Kelha Zêrzevanê di nav lîsteya UNESCO de cih digre
Piştî xebatên 5 salan, Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Demdar ya Mîrateyên Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girt.
Navenda Nûçeyan - Berhemeke dîrokî ya din jî ya Dîyarbekirê di nav lîsteya Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih digre. Piştî xebatên 5 salan, Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Demdar ya Mîrateyên Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girt. Berpirsên qada geştyarî û aborî ya bajêr radigihînin ku dê bi vê gavê aborîya bajêr û herêmê geş bibe û Dîyarbekir ji alîyê cîhanê ve dê were naskirin.
Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Demdar ya Mîrateyên Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girt. Ji bo ku ev her du berhemên dîrokê di nav lîsteya daîmî de cih bigrin xebatan dest pê kir. Kelha Zêrzevanê ku baregeha serbazî ya Romayê bû her sal ji alîyê bi hezaran geştyarên xwecihî û bîyanî ve tê zîyaretkirin. Biryara cihgirtina di nav lîsteya UNESCOyê de ji alîyê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Dîyarbekirê Mehmet Kaya ve hat nirxandin. Mehmet Kaya got; bi vê biryarê dê aborîya bajêr û herêmê geş bibe û dê Dîyarbekir ji alîyê cîhanê ve baştir were naskirin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Dîyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: "Ev gav ji bo bajar û welatê me gaveke gelek hêja bû. Wekî ku tê zanîn ji berîya niha Baxçeyên Hevsel û Kelha Dîyarbekirê di nav Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih girtibûn, Zêrzevan jî nirxê me yê sêyemîn e ku di UNESCoyê de cih digre. Di sala 2019an de nêzîkî 450 hezar geştyar serdana Zêrzevanê kirin. Ji van jî nêzî 70 hezar geştyarên bîyanî bûn. Em hêvîdar in dê ev hejmar gelekî zêde bibe."
Ji bo ku Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê di nav Lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCOyê de cih bigre ji alîyê Rêveberîya Kolyarî û Ajansa Geşepêdanê ya Karacadaxê ve dosye hatibû amadekirin û radestî Wezareta Çand û Hunerê ya Tirkîyeyê hatibû kirin. Bi cihgirtina di nav lîsteya UNESCOyê re Kelha Zêrzevanê dê ji alîyê cîhanê ve baştir were naskirin û her wiha ev yek jî dê ji bo geştyarîya bajêr sûdbexş be. Rêveberê Xebatên Kolyarnasîyê û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun got; em çaverê dikin ku êdî ji çar alîyên cîhanê bi hezaran geştyar serdana Dîyarbekirê bikin.
Serokê Xebatên Kolandinê ya Kelha Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaş Coşkun dibêje: "Me li ser Kelha Zêrzevanê di sala 2014an de dest bi xebatên kolandinê kir. Em keyfxweş in ku di nav Lîsteya Demdar ya UNESCOyê de dê cih bigre. Heger ne ji ber Vîrûsa Coronayêbaya me hêvî dikir ku îsal milyonek geştyar serdana Zêrzevanê bikin. 18 berhemên li Tirkîyeyê di lîsteya UNESCOyê de cih digrin, em hêvî dikin dê Zêrzevan bibe yê 19an."
Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtras li navçeya Çinarê; li kêleka rîya Mêrdîn û Dîyarbekirê cih digre. Li ser bermayîyên kelhê, ev 5 sal in ku xebatên kolandinê berdewam dikin. Xebatên Kolyarîyê ji ber Vîrûsa Coronayê niha rawestîya ne lê piştî ku rewş aram bû dê xebat dîsa berdewam bin. Baxçeyên Hevsel û Kelha Dîyarbekirê jî di nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê ne cih digrin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin