Kemal Kerkûkî bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk - Germiyan
Di çarçoveya guhertinên navxweyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Endamê polîtbîroya wê partiyê (Kemal Kerkûkî) bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê.
A+A-
Di merasîmekê de, ku ji bo pevhevguhertina postê berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk û Germiyan hatibû rêxistin.
Berpirsê ofîsa rêxistina PDK Rêbwar Yelda balkişand ser rola berpirse berê Selah Delo û diyar kir, ku berpirsayetî li wê navçeyê cuda ye, ji ber ku akinciyên wê deverê ji netew û mezhebên cuda pêk tên.
Ev yek di demekê de ye, ku pêştir Partiya Demokrat a Kurdistanê, guhertin di ofîs û organên xwe de ragihandibû, di rojên derbasbûyî de guhertin di çend postên berpirsên Encûmena Serkirdatî û şax û organên din de kiribû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin