Kemal Tolan: Ya Xwedayê mezin, Tû mafê kuştina Êzdî û vî Teyrê Tawis ji neheqan ra nehêlî
.
Kemal Tolan
Ya Xwedayê mezin, bê şirîk û heval, îro hemû beşer ji tinekirina vê giyana Êzdî û Teyrê Tawis re ker û bê dengin.
Xwînxwaran ne hîştin Teyrê Tawis û Êzdî di vê giyanê de jî azad û temen dirêj bijîn. Lê ji Te ve eyane ku, Teyrê Tawis û Êzdiyan, serê bi bedena xwe ve , ji dijmin ra tewandî nehêhîştin û ew dîsa bi serbilindî û bixwembarî tên dizivirine ba Te.
Lavan ji Te dikim ya Xwedê û baş bawer im, gava ev cardinê û di bedeneke dinê de bizivirime ser vê axa pîroz, wê hingê xîretkêş û netewperestên bêhêlin, ew giyaneke dirêj di nav azadî û serxwebûnê de bijîn.
Lewma lavan ji Te dikim ya rebî , Tû mafê min û kesên ku ji nûra min Teyrê Tawis bawerdikin*, ji neheqan ra nehêlî !
*https://www.facebook.com/KemTolan/videos/296274682540648
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin