KERKÛK - Artêşa êrişî cotkarên Kurd kir: ‘Astengiyan bi dawî bikin’

KERKÛK - Artêşa êrişî cotkarên Kurd kir: ‘Astengiyan bi dawî bikin’

.

A+A-

 Artêşa Îraqê îro dîsa êrişî cotkarên Kurd kir û nehişt cotkar zeviyên xwe biajon.

Leşkerên Îraqê cotkar bi zorê ji traktorên wan daxistin.

Nûnerê Cotkaran Sergeranê Mihemed Emîn diyar kir ku mudaxeleya artêşa Îraqê ti bingeha wê ya qanûnî nîne û got, "Em êdî zêdetir li bendê namînin û em dê erdên xwe biçînin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bangî berpirsên Îraqê kir ku astengiyên li ber cotkarên Kurd bi dawî bikin.

Îro piştî nîvro li nahyeya Sergeranê ya Kerkûkê leşkerên Îraqê nehiştin cotkarên Kurd erdên xwe biçînin.

Li gorî çavdêran, li herêmê alozî derket û artêşa Îraqê bi tundî rê li ber cotkarên Kurd girt.

Di vîdeoyeke ku ji Rûdawê re hat şandin de tê dîtin ku leşker bi zorî hewl didin cotkaran ji traktorên çandiniyê daxînin.

Tevî ku qanûna vegerandina erd û milkên Kerkûkê ji bo xwediyên wan ên rastîn di Parlamentoya Îraqê de hatiye pejirandin jî artêşa wî welatî careke din astengiyan ji cotkarên sînorê Sergeranê re derdixe.

Parlamentera Îraqê Dîlan Xefûrê ragihand ku ew bi Wezareta Parastinê re di têkiliyê de ne û got ku qanûna vegerandina milk û erdan ji aliyê Serokkomariya Îraqê ve hatiye erêkirin lê hîn di Rojnameya Fermî de nehatiye weşandin.

Dîlan Xefûrê diyar kir ku qanûn dê nav hefteyek an deh rojan de dê di Rojnameya Fermî ya Îraqê de were weşandin û bibe yasa.

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan jî li hemberî astengkirina cotkarên Kurd ên li Sergeranê bertek nîşan da.

Fehmî Burhan da zanîn ku ti bingeha qanûnî ya vê kiryarê nîne.

Siyasetmedar Fehmî Burhan jî diyar kir ku wî sê caran bi Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha re hevdîtin kiriye û nameyek fermî ji Serokwezîrê Îraqê re şandiye da ku pirsgirêk were çareserkirin.

“Mafê cotkaran hatiye binpêkirin”

Burhan rexne li komên Kurd ên di Parlamentoya Îraqê de jî girt û got, "Divabû fraksiyonên Kurd ev pirsgirêk çareser bikirana. Wan hewlên zêde da lê divê zêdetir girêdayî vê mijarê bibin."

Li gorî gotina Burhan cotkarên Kurd mexdûr in û ew dê dozê vekin û destnîşan kir ku mafên destûrî yên cotkaran hatiye binpêkirin.

Yasa ku 21ê Çiriya Paşîn a 2025an li Parlamentoya Îraqê hate pejirandin, 300 hezar donim erdên Kerkûk û herêmên din ên nakok li xwe digire.

Ji 8ê Çiriya Paşîn a 2024an ve li gundên Pelkane, Şenaxa, Serbeşax û Gaberekeyê yên nahya Sergerana Kerkûkê rê li ber cotkarên Kurd tê girtin ku erdên xwe biçînin.

Nûnerên cotkaran dibêjin ku li gel yasayê ev astengî hîn jî berdewam dike.

Mesrûr Barzanî: Astengiyan bi dawî bikin

Ji aliyê din, Serokwezîriya Herêma Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku divê artêşa Îraqê zû bi zû dev ji vê kiryara xwe berde.

Di daxuyaniya Serokwezîriyê de wiha hat gotin, "Ev bûyer di demekê de diqewime ku pêşveçûn di rakirina bandora biryarên rejîma berê yên li ser guherandina demografiya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê û destdanîna li ser erd û milkên gelê herêmê yê xwecihî de çêbûye.

Parlamentoya Îraqê jî meha borî qanûna taybet a vegerandina erdan ji bo xwediyên wan ên resen erê kiribû."

Ev kiryarên artêşa Îraqê li dijî destûr û bingehên wê Îraqa nû li ser hatiye avakirin.

Ji ber ku bikaranîna artêşê ji bo van armancên li dijî yasa û destûrê ye û divê beriya ku bibe sedema encamên nexwestî zû bi zû dawî li van kiryaran were anîn."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin