
KERKÛK - Kurd û Tirkmen dê erdên xwe wergirin
.
- Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Kurd û Tirkmen dê erdên xwe wergirin û li ser 3 hezar dosyayan karên yasayî tê kirin.
Qanûna Vegerandina Milk û Malan a ku 21ê Kanûna Paşîn a 2025an ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve hat pejirandin, 17ê Sibatê ket ket meriyetê.
Di çarçoveya vê qanûnê de, bi taybetî erdên ku di navbera salên 1975-1984an de ji aliyê rejîma kevn a Beasê ve ji Kurd û Tirkmenên Kerkûkê hatibûn zeftkirin, dê ji xwediyên wan re bên vegerandin.
Tê payîn ku Lijneya Wezîran a Îraqê rêkarên bicihkirina vê qanûnê destnîşan bike.
3 hezar dosya ji Wezareta Dadê re hatin şandin
Komîteya Bilind a Îcrayî ya Madeya 140î, 3 hezar dosyeyên taybet ên derbarê erdên ku li Kerkûkê hatine zeftkirin, ji bo bicihkirina qanûnê ji Wezareta Dadê re şandin.
Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Komîteyê Kakareş Sadiq ji Rûdawê re da zanîn ku dê ev dosye bi awayekî lezgîn bên lêkolînkirin da ku qanûn were bicihkirin.
Kakareş Sadiq got, "Xebat ji bo erdên ku bi 12 biryarên kevn ên Konseya Fermandariya Şoreşê hatibûn zeftkirin ji xwediyên wan ên resen re bên vegerandin hatine destpêkirin.
Me ji 3 hezaran zêdetir dosya şandin. Ev dosye yên wan kesan in ku erdên wan hatine zeftkirin yan jî nekarîne tazminatê wergirin."
Rêkar dê piştî 2-3 mehên din bên ragihandin
Parlamenterê Kerkûkê yê Parlamentoya Îraqê Sebah Hebîb jî ragihand ku rêkarên têkildarî pêvajoya bicihkirina qanûnê dê di 2-3 mehên pêş me de bên ragihandin.
Hebîb got, "Piştî ragihandina rêkaran, mexdûr dê karibin ji bo vegerandina erdên xwe serî li cihên pêwendîdar bidin."
Di çarçoveya qanûnê de, 12 biryarên Beisê yên ku ji sala 1975an heta 1984an hatibûn derxistin û di pêvajoya erebkirina Kerkûkê de cih digirtin, hatin betalkirin.
Ev biryar, bi taybetî bûbûn bingeha zeftkirina erdên Kurd û Tirkmenan.
Yek ji biryarên ku hatî betalkirin, biryara bi hejmara 949an e ku 23ê Tebaxa 1977an hatibû derxistin û bûbû sedema zeftkirina 14 parçe erdên li navçeya Dubizê.
Yek ji van erdan jî erdên gengeşeyî yên li herêma Şenaxayê bûn. Ew erd, 16ê Sibata 2025an bûbûn sedema aloziya di navbera cotkarên Kurd û artêşa Îraqê de.
Li gorî qanûnê, kesên ku di dewra rejîma Beisê de ji ber zeftkirina erdên wan, tezmînat wergirtine, ew nikarin van erdan dîsa bistînin.
Lê belê, kesên ku tezmînat wernegirtine yan jî nikarin erdên xwe dîsa bistînin, dikarin di çarçoveya qanûnê de mafên xwe bixwazin.
Qanûn, vegerandina 300 hezar donim erdên Kurd û Tirkmenan li Kerkûkê li xwe digire.
Pêvajoya vegerandina milkên li Kerkûkê, wekî gaveke girîng a ji bo çareserkirina gengeşeyên axê yên ku bi salan e berdewam dikin tê dîtin.
Bi bicihkirina qanûnê re, bi taybetî tê armanckirin ku mafên civakên Kurd û Tirkmenan ên ku hatibûn zeftkirin, werin vegerandin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin