“Kes bi zorê paşve nayê şandinê”
Rojnamevanên cîhanê li ser polîtîkayên dersînorkirina penaberan nivîsîn.
Rojnamevanên cîhanê li ser polîtîqayên dersînorkirina penaberan nivîsîn..
Sûrîyeyî- Guardian: Awa û leza binçavkirinên li Tirkîyeyê, dîyar dike ku polîtîkaya derîyê vekirî bi giştî guherîye.
Rojnameya Îngilîzî Guardian dibêje; Awa û leza binçavkirina Sûrîyeyî yên li Tirkîyeyê, îşareta guherîna plîtîkaya `derîyê vekirî` ya li himberê wana ye..
Di nûçeyê de amaje bi pêvajoya dersînorkirinê de cîh daye şahidan jî.
Koçberên bê qeyd yên ku li Stenbolê hatine binçavkirinê iddia dikin ku, “bi zorê belge dane îmzekirinê ku li ser daxwaza xwe dizivirin Sûrîyê”.
Mahmud Kaddah ê Idlibî yê ku li gel wî hevpeyvîn hatîye kirinê dibêje; di 8 rojan de 15 belge bi min dane îmzekirinê..
Herwiha Kaddeh di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameyê re de dibêje; di dema îmzakirina van belgeyan de wergêr/tercûman tunebûn û kes ji min re negot ka ev belgeyana çi ne.
Kaddeh dîsa dibêje; “ji min re digotin ku ez vana îmze bikim ezê bikarim biçim malê. Min nezanî ku qesta wana Sûrîye ye”.
Dîsa Muhammedê 25 salî dibêje ku; piştê 8 rojên binçavîyê min şandin Îdlîb ê.
Mahmmud di berdewamîya axaftina xwe de; “Ez tirsîyam, ji ber wî jî çi belgeyên ku dihatin pêşîya min, min îmze dikir”.
İstanbul'da 27 Temmuz'da yapıkan Suriyelilere destek eylemi
“Bi zorê kes paşve nayê şandinê”
Gokça Ceylandag a berdevkê Îdareya Koçberan jî li ser nûçeyê ji Guardîna re dibêje;”Ji dervayê paşveçûnên bi daxwazên xwe” kes bi zorê paşve nehatîye şandinê.
Di nûçeyê de hatîye dîyar kirnê ku, heman pêvajo li Libnanê jî destpê kirîye. Li Beyrûdê koçberên Sûrî yên ku kar dikirin bi rêjeyekî mezin ji kar hatine derxistinê.
Di nûçeyê de tê gotinê ku haya Yekîtîya Miletan jî ji “îdiayên bi darêzorê îmzekirana belgeyan heye”.
Li Tirkîyê û Libnanê nêzîkê 5 milyon koçber hene.
Herwiha Wezîrê Navxweyî ya Tirkîyê Sûleyman Soylu dibêje; Sûrîyeyî yên di statûya parastina demî de nehatine dersînor kirinê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin