Kes dikare navê Almanyayê qedexe bike, ewê qiyamet rabe
" Kes dikare navê Almanyayê qedexe bike, ewê qiyamet rabe"
Bi navê Jörgen dostekî min î Alman heye.
Yekcarna tê cem min.
Çiroka me kurda baş zane.
Her carê wexta tê cem min, vê pirsê ji min dipirse: "Tiştekî nû heye?"
Qesta wî ya bi "tiştekî nû heye?", rewşa sîyasî ya Tirkîyeyê û Kurdistanê ye.
Do hatibû cem min...
Vê carê bêyî ku bipirse "tiştekî nû heye?", yekser hilbijartinên lstenbolê pirs kir.
Me fikrê xwe ji hev re got.
Bi awayekî mafê me biparêze axeftina xwe domand û got
"Ji bo we kurda feydeyek heye?"
Min bersîv dayê:
Tu rastîyê bixwaze 'borsa' kurda bilind bûye. Ya herî giring ji bo çareserkirina pirsa kurda û demokrasîya Tirkîyeyê raydarên Dewleta Tirkîyeyê ne samimî ne.
Li aliyekî tên Diyarbekirê behsa hebûna "Parlamenterên Kurdistanê" dikin, ji aliyên din jî di derheqê partîyên ku di bernama xwe de cîh didin çaresekirina pirsa kurd û Kurdistanê doza girtinê vedikin. Ji bo navê partîyên ku bi Kurdistan dest pê dike dibêjin "navê" xwe biguherînin û doza girtinê di derbarê wan de vedikin.
Me sohbetek xweş li ser doza girtina PAK, PSK û parityên din kir.
Ji min pirsî...
"Sedema girtina van partîyan çi ye?
Min bersîv dayê: Tehamûla wan ji navê Kurdistanê û bernameya van partîyan re tune ye.
Serê xwe hejand û peyivî..
"Ev partiyana siyaseta tundî û tujîyê diparêzin?
Min got: Na....
" Wê gavê çawa dixwazin van partiyana bigirin?"
Minê çawa bê hiqûqî û kêfîyeta vê dewleta ku hebûna wê li ser înkara kurdan hatîye avakirin ji vî dostê xwe yî Alman re bida famkirin.
Sibê min gotara nivskara bi navê Nagehan Alçı xwendibû.
Min ji dostê xwe yê Alman ra behsa vê nivîsê kir:
Tu zane Jörgen, jinikek rojnemevan a Tirk dibêje li Tirkyeyê "'Tiştê ecêb diqewim in."'. Ev jinika rojnemevan wek fikir nêzî AKPê ye. AKP jî eva 15 sal e Tirkîyeyê îdare dike. Bi xwe li Tirkîyeyê wexta pirsa kurd û Kurdistanê were rojevê her dem "'tiştên ecêb'" diqewim in. Ev Dewleta Tirk e. Di mesela Kurd û Kurdistanê de çi tiştên nebaş hebe dikin. Lê hiqûqê, zagonan nasnakin.
Jörgen kenîya got:
"Ev dewleta wê bi vî halî çawa bibe endamê Yekitiîya Ewropayê..."
Min jî bi ken bersîv dayê... : bi xwe ji bo nekevin Yekitiya Ewropayê dixebitin.
Jörgen di nav axeftina xwe de behsa gelek minakên civata Almanyayê, azadîya fikir û ramanan kir.
Bi kurtasî karim bêjim edî hemwelatîyên Almanyayê jî siyaseta Tirkîyeyê ya xapînok baş taqîp dikin.
Di nav sohbeta me de peyveke pir xweş got: " Jî bo bêja Kurdîstanê doza girtinê hatibe vekirîn êdî ev mesela we ewê bibe mesela bi milyonan kurd "
Min jê pirsî, çawa?
"Navê welatê we tê qedexekirin ewê milet bêdeng nemîn in."
Êvar bû...
Tarî daketibû erdê, ez bi gotina "bêdeng namînin" mijûl bûm.
Fitilî aliyê min û bi dengekî bilind ku ez bi vî dengî veciniq îm got:
" Kes kare navê Almanyayê qedexe bike, ewê qiyamet rabe"
Almanya û Kurdîstan?
Ewê "qiyamet rabe"?
Çî tespîtek xweş bû!
Lê mixabin ev dostê min î hêja birîna me ya kûr û xedarîya wê nizanîbû.
Navê netewa me, navê welatê me, hebûn û evîna me tê qedexekirin, bêdengîyeke ku mirov qehir dike li holê ye.
Min jêre tiştek negot.
Min bigota jî fahm nedikir.
Dostê min rabû çû...
Ez û gotina wî li cem hev man... " êdî ev mesela ewê bibe mesela bi milyonan kurd "
Ka ew refleksa neteweyî?
Ev jî bila bibe mijara nivîseke din....