Keşayê Emerîkî Andrew Brunson hate berdan
Danişîna Doza Keşayê Emerîkî Andrew Brunson, îro li 2yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê pêk hat. Dadgeh biryara serbestberdana Brunsonî da.
A+A-
Îro li Îzmîrê, danişîna doza dadgehîkirina Keşayê Emerîkî Andrew Brunson pêk hat.
Di danişînê de Dadgeh, cezaya 3 sal û mehek û 15 rojan bo Brunsonî birrî û biryara serbestberdana wî da.
Herwiha qedexeya derketina derveyî welêt û cezaya zindanîkirina li malê ji ser Brûnsonî hate rakirin.
Girtina Keşayê Adrew Brunsonî rageşiyeke pir giran li ser têkiliya Emerîka û Tirkiyeyê kiribû û bûbû sebeba hin sepandinên aborî li ser Tirkiyeyê û bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê kiribû.
Rojnameyên Emerîkî û cîhanê, pêşbînî dikirin Brunson 12 vê mehê wê were berdan ku wate jê danişîna îro bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin