Kesekî xwe û hevjîna xwe li ber şaredariya AKPê şewitand

Kesekî xwe û hevjîna xwe li ber şaredariya AKPê şewitand

.

A+A-

Li navçeya Yahyali ya ser bi bajarê Kayserî yê Tirkiyê kesekî ji ber lihevnekirina pirsgirêka çêkirina rê xwe û hevjîna xwe li ber avahiya Şaredariya AK Partiyê şewitand. Di bûyerê de karmendekî şaredariyê û polîsek jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 28ê Adara 2023an li navçeya Yahyali  ya Kayseriyê, welatiyê bi navê Mesut D. (44) ji ber pirsgirêka wî ya derbarê çêkirina rê  ligel Şaredariya AKPê hebû, xwe û hevjîna xwe ya bi navê Kevser D. (36) li ber avahiya şaredariya Yahyali sot.

Li gor agahiyan Mesut D. ku li ser çêkirina rê di navbera wî şaredariya navborî de pirsgirêk hebûn, ligel hevjîn û zarokê xwe  bîdonek mazotê ligel xwe dibe ber deriyê şaredariyê û derbarê mijarê de karvedan nîşanî karbidestên şaredariyê daye. Piştre jî benzînê bi xwe û hevjîna xwe de dike û xwe disoje.

Mesud D. û hevjîna xwe di bûyerê de birîndar bûn û li ser laşê wan bi asta dûyem şewat çêbûn.

Welatiyên li derdorê agir vemirandin û di dema vemirandina agir de polîsek û karmendekî şaredariyê jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustî ya welatiyê navborî û hevjîna wî nebaş e û ya birîndarên din baş e.

Li aliyê din Şaredariya Yahyalî jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got:”Îro li taxa Kocahacili ya navçeya me, tîm ji bo pîvana rê derketin, lê kesekî ku eqlê  wî ne temam, çek li hember wan rakir,  gefa kuştinê li wan xwariye û hewildaye otomobîla şaredariyê jî bişewitîne. Piştre jî heman welatî ligel malbata xwe hatiye ber deriyê şaredariya me û derbarê mijareke ku şaredariya me eleqedar nake, şaredarî tohmetbar kiriye. Bi benzîna ku bi xwe aniye jî xwe, hevjîna xwe, polîsek û karmendekî şaredariya me sotiye. Vê bûyerê em gelek xemgîn  kirine. Em bo karmendê me yê şaredariyê, polîs û welatiyên me yên ku di vê bûyerê de birîndar bûne silametiya bilez dixwazin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin