Kesên ku li Cindirêsê 4 Kurd kuştibûn hatin girtin

Kesên ku li Cindirêsê 4 Kurd kuştibûn hatin girtin

.

A+A-

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ragihand ku kesên ku li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji ber dadana agirê Newrozê 4 welatiyên Kurd kuştibûn hatine girtin.

Li gorî agahiyên ku li bajarokê Cndrêsê yê Efrînê hatine dayîn, êvara duşemê 20-03-2023 koma Çeyş El-Şerqiyê ya opozîsyona Sûriyê di dema dadanê agirê Newrozê de gule li welatiyên Kurd reşand.

Di gulebarana Ceyş ElŞerqiye de 4 endamên yek malbatê (Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman ê 38 û Mihemed Ferhadîn Osman ê 18 salî) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li Efrînê ji ber êrîşê şîna neteweyî hat ragihandin, li gelek navendan bi ala Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Efrînê de ji bo Kurdan parastina navneteweyî hate xwestin.

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got "Kujerên ku di kuştina 4 sivîlan de cih girtin û yek jî birîndar kirin, hatin girtin."

Li gorî agahiyên ku di îfadeyên xwe de dane, nasnameya êrîşkaran wiha ne:

Omer Salih El-Esmer (23) ku li Dêra Zorê ji dayik bûye, li Kampa Cindirêsê dijî.

Hebîb Elî Helef (19) ku li Dêra Zorê ji dayik bûye, li Kampa Cindirêsê dijî.

Bîlal Ehmed El-Ebûr (23) ku li Dêra Zorê ji dayik bûye, li Kampa Cindirêsê dijî.

Li aliyê din ve Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li ser Efrînê şermezar kir û daxwaz kir ku berpirsên vê bûyerê bên dîtin û dadgehîkirin.

Hevbendiya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û Hêzên Şoreşê jî ragihand, Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ji bo girtina tawanbaran hatiye erkdarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin