Kilicdaroglu: Metirsiya kuştinên siyasî heye
Kilicdaroglu: Metirsiya kuştinên siyasî heye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu got: “Erdogan dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de rageşiyê zêde bike. Metirsiya kuştinên siyasî heye.”
Kemal Kilicdaroglu, li ser axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên; “Bisekinin dê hîn çi bê serê we” got: “Erdogan dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de rageşiyê zêde bike. Erdogan got; 'Bisekinin dê hîn çi bê serê we.' Metirsiya kuştinên siyasî heye. Dibêje 'dê çi bê serê we' Bi eşkereyî gefan dixwe.”
Kilicdaroglu dibêje, bi ti awayî ji bo destûrek nû bi AK Partiyê re hevdîtinan nakin. Kilicdaroglu got: “Em di qonaxa dawî pergala dizîyê de ne, çi bikin bila bikin dê biçin. Erdogan ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike. Dizane eger ji desthilatê bikeve dê bo wî berdêlên wê hebin. Pêwîst e ji rageşiyê dûr bisekinin. Aliyê hember dê rageşiyê zêde bike. Lê ez bawerim grûpên diyar çek hilnegrin û kesên diyar nekujin rageşiyek çênabe. Metirsiya kuştinên siyasî heye.”
Kilicdaroglu herwiha got, divê Tirkiye vegere sîstema parlamenteriyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin