Kobanî: Amerîka pakkirina etnîkî û komkujkirina Kurdan temaşe dike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand, “Amerîka tenê li pakkirina etnîkî ya Kurdan bi destê tirkan temaşe dike” û tekez dike, “em qebûl nakin Tirk tevahîya erdên Kurdan dagîr bikin.”
Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk di çavpêkevtineke li gel kovara New Yorker a Amerîkayê de amaje bi wê yekê kirîye, ku HSD rê nade Tirkîye tevahîya navçeyên Kurdî kontrol bike û xelkên Kurd ji navçeyên wan bike derê.
Mazlûm Kobanî dibêje: “Ya ku Tirk dikin, pakkirina etnîkî ya Kurd e” û destnîşan dike: “Em qebûl nakin Tirk tevahîya erdê Kurdan dagîr bikin.”
Mazlûm Kobanî dîyar dike, ku ew agirbestê tenê ji bo navçeyên di navbera Girê Spî û Serê Kanîyê qebûl dikin û destnîşan dike: “Em dê tenê ji navbera Serê Kanîyê û Girê Spî vekişin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha rexne li helwêsta Amerîkayê digire û dibêje: “Artêşa Amerîkayê hêj li Hesekê maye, lê belê tiştekî nakin. Ew li pakkirina etnîkî û komkujkirina Kurdan temaşe dikin.”
Di berdewamîya axavtina xwe de, Mazlûm Kobanî ji New Yorkerê re dibêje, HSD pabendî sozên xwe ye û hêvî dike, ku li gel Amerîkayê kar bike ji bo rûbirûbûna DAIŞê, lê belê gazinan li helwsêta Amerîkayê dike û dibêje, “amerîkî xelkê Kurd ji êrîşên Tirkîyê naparêzin.”
Derbarê vekişîna artêşa Amerîkayê de, Fermandarê Giştî yê HSDê ragihandîye: “Wek Kurdekî, dibînim ku encamên tijî karesat rû didin, ew jî bi sedema vê rêkeftinê. Ev rêkeftin tiştekî gelek xirab dibe bo berjewendîyên Kurd û Amerîkayê li navçeyê. Ez wek Kurdekî bi vî awayî dibînim ku ev tê wateya piştkirina li hevbeşên Kurd, ku bo dema 5 salan li gel Amerîkiyan li dijî DAIŞê şer kirin. Herwiha ev rê li ber pakkirina etnîkî ya Kurd û derketina DAIŞê vedike.”
Mazlûm Kobanî dibêje, wî çend daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê hene û daxwazên xwe wiha rêz dike; “Yekem, dawî li êrîşên Tirkîyê bo ser Kurdan bînin. Duyem, alîkarîya Sûrîyê bikin, ji bo ku çaresereke sîyasî bo krîza Sûrîyê bê dîtin.”
Kobanî daxwaz ji xelkê Amerîkayê jî dike, ku fişarê li hikûmeta welatê xwe bikin, daku dawî li komkujîkirina gelê Kurd ji alîyê Tirkiyê ve bê anîn.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin