Koca sedema nebûna Kurdî ya li sîstema reçeteya elektronîk eşkere kir

Koca sedema nebûna Kurdî ya li sîstema reçeteya elektronîk eşkere kir

.

A+A-

 Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku 5 zimanên biyanî yên Îngilzî, Erebî, Fransî, Almanî û Rûsî ji bo geştiyar û nexweşên biyanî li sîstema e-Reçetemê (reçeteya elektronîk) hatine zêdekirin.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca duh li ser hesaba xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê zêde kirine.

Nebûna Kurdî di nav wan 5 zimanên ku li ser sîstema reçeteya elektronîk hatine zêdekirin, bû sedema nerazîbûnan.

Fahretîn Koca piştî van nerazîbûnan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derbarê mijarê peyameke nû belav kir.

Koca ragihand ku ew 5 ziman ji bo nexweşên biyanî û geştyaran hatine zêdekirin û got:

“Ji bo nexweşên li navxweyê Tirkiyeyê jî zimanê Tirkî hatiye hilbijartin.”

“Ji bo welatiyên Tirkiyeyê tenê bi Tirkî xizmet heye”

Fahrettîn Koca di peyama xwe de diyar kir ku ji bo geştyar û nexweşên biyanî pêdivî bi wê yekê hatiye dîtin ku ev 5 ziman li sîstema e-Reçetemê bên zêdekirin û wiha pê de çû:

“Ji bo welatiyên me reçete bi van zimanan nayên nivîsîn. Dema welatiyên me bi hejmara xwe ya welatîbûnê ketin nav sîstemê tenê dikarin bi zimanê Tirkî xizmetê wergirin.”

Di berdewamiya peyama xwe de Koca got:

“Hinek nexweş li Tirkiyeyê pişkînîn dibin û dermanên xwe ji welatên xwe dabîn dikin. Zêdekirina 5 zimanan li sîstema e-Reçetemê ji ber pêdiviyeke serkeftinên me yên di qada tendirustiya navdewletî de ye.

Bi kedek mezin çareserkirina pêdiviyek ku ji ber serkeftinên navdewletî çêbûye ma dikare bibe cihê nîqaşê? Miaxibin hinek dikin cihê nîqaşê. Ji ber nezanîna wan e.”

Îro 55 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP) pêşniyarpirsek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kirin.

Di wê pêşniyarpirsê de parlamenterên YSPyê ji Koca sedemên nebûna zimanê Kurdî pirsîbûn.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin