Koçal: Desthilat ji bo bidestxistina dengên Kurdan dest bi projeyekê kiriye

Koçal: Desthilat ji bo bidestxistina dengên Kurdan dest bi projeyekê kiriye

.

A+A-

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal: “Pêvajoyeke nediyar dest pê dike, herdu aktorên sereke wek man û nemanê li hilbijartinê dinihêrin. Ji bo vê yekê dengên HDPê girîng in. Bi texmîna min desthilat dest bi projeyekê kiriye ku ji bo dengên kurdan bi dest bixe. Di vê projeyê de rola eşîr, medrese, terîqet û muhafazakaran girîng e." 

Li gorî rapirsiya hilbijartinên 2023yan dengên HDPê %11 e û nivîskarên nêzîkî desthilatê balê dikêşin ku dengên kurdan dê dîsa encamê diyar bike. Çavdêrên siyasî û akademîsyen jî dibêjin pêvajoya hilbijartinê heta roja dawîn jî dikare hevkariyên surprîz derbixe holê.

Li gorî rapirsiya komaniya lêkolînê Optîmarê ya bo hilbijartinên 2023yan dengên Ak Partiyê %37.8 , dengên CHPê %25.9 dengên HDPê %11 e. Nivîskarê nêzîkî desthilatê jî ji ser vê rapirsiyê bal kêşandin giringiya dengên kurdan ku dengên kurdan wek mifteya hilbijartinê pênase kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag jî bang li HDPê kir û amaje kir ku Tifaqa Millet  li xwe nagire ku cem HDPê rûne. Çavdêrên Siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî derbarê vê tabloyê de anîn zimên ku Ak Partî dikare bo parastina berjewendiyên xwe li her aliyekî rûne.

Çavdêrê Siyasî Abdulhay Okumuş ji K24ê re diyar kir: “Ak Partî partiyek pragmatist ango berjwendîparêz e. Ak Partî di warê berjewendiyên xwe de li prensîp û îdeolojiyê nanihêre. Ak Partî dikare bo berjewendiyên xwe MHPê biavêje û şûna MHPê bi HDPê re tifaqê bike. Îhtîmalek biçûk e, lê ew potansiyel heye.”

HDPê li gel Tifaqên Cumhur û Millet Tifaqa Ked û Azadiyê ragihand. Akademîsyen jî balê dikêşin ku zehmet e HDP hember herdu tifaqan qadeke nû ji xwe re vebike û divê enerjiya xwe bo berhevkirina hemû aliyên Kurdistanî xerc bike.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê yê Beşa Zanistên Siyasetê Vedat Koçal ji K24ê re ragihand: “Pêvajoyeke nediyar dest pê dike, herdu aktorên sereke wek man û nemanê li hilbijartinê dinihêrin. Ji bo vê yekê dengên  HDPê  girîng in. Bi texmîna min desthilat dest bi projeyekê kiriye ku ji bo dengên kurdan bi dest bixe. Di vê projeyê de rola eşîr, medrese, terîqet û muhafazakaran girîng e. Ji bo serkeftina vê projeyê jî divê hevalbendiya bi MHPê re bi dawî bibe. Lê wext têra cîbicîkirina vê projeyê dike an ne. Ev nediyar e.”

Çavdêrên siyasî balê dikêşin çalakiyên PKKê, bangên Îmraliyê, helwesta Selahattîn Demîrtaş dê di pêvajoya hilbijartinê de bandorê li helwesta HDPê bikin û helwesta HDPê jî dê bandorê li hevsengiyên Tifaqa Cumhur û Millet bike. 

Çavkanî: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin