Koçberên Enfalê vegeriyan lê wêne û miriyên wan li Mûşê man

Koçberên Enfalê vegeriyan lê wêne û miriyên wan li Mûşê man

.

A+A-

Maşallah Dekak

Adem Sonmez li bajarê Mûşê dijî û wênegir e. Ew rojnamevanek kevin e. Wî şahidiya gelek bûyeran kiriye û wêneyên wan deman girtiye. Yek ji wan bûyeran jî koçberiya sala 1988an a Kurdên Başûrê Kurdistanê ye. Adem Sonmez li kempa Kurdên Başûrê Kurdistanê a ku li Mûşê hatibû vekirin bi sedan wêne kişandin û ew wêne heta îro jî parastine. Wî şahidiya serdana Madame Danielle Mitterrand kiriye ku di 1989'an de serdana kampa koçberên Başûrê Kurdistanê kiriye. Ew wêne jî hêj di arşîva Adem Sonmez de cih digrin. 

Adem Sonmez di sala 1981an de bi awayeke profesyonel dest bi hunera kişandina wêneyan dike. Ew 41 sal in vê hunera xwe li Mûşê berdewam dike. Heta niha bi dehan xelat wergirtine û wêneyên wî di qada navneteweyî de jî hatine belavkirin.

Lê hin wêneyên Adem Sonmez hene ku qet kesî qala wan nekiriye. Wêneyên koçberên Başûr ku di salên 1988 û 1992'an de li Mûşê di kempepeke penaberan de mane. Adem Sonmez ji wê kempê bi sedan wêne kişandine û ev wêne hê jî di arşîva wî de cih digrin. Wî şahidiya dilşewatiya kurdên Başûr kiriye ku ji ber zilma rejîma Bees derbeder bûne.

Wênegir Adem Sonmez dibêje “Dema ku Pêşmerge di 1988an de hatin vir, ji kampa Geverê hatin. Wê çaxê ez jî di nava wan de bûm. Wextê ku rojnamevan bûm, min ji Waliyê Mûşê destûr standibû û hertim diçûm kempê. Min fotografên zarokan, jinan, mêran, fotografên mezinan dikişandin. Ew zarokên wê çaxê ku 6-7-8-10 salî bûn, niha tabî bûne 40-50 salî.”

Di wêneyên Adem Sonmez de dîrokeke veşartî ya xumamî xwe dide der. Nexasim jî serdana Daniel Miterand ango forsleydiya Fransayê ku serdana kempa penaberên Başûr a li Mûşê kiriye.

Adem Sonmez qala Danielle Mitterrand dike got “Madame Mîterand di 1989'an de hate kampê. Li kempê dirûşm berz kirin. Gotin bijî Miterrand, bijî Fransa. Miletê kempê gelek tezehûrat kirin. Ew jî gelek şa bû, kêfa wê hat. Tabî di kempê de gelek mirov hebûn, gelek rojnamevan hebûn, liv û tevgereke zêde hebû. Ez bi du makîneyan dixebitîm. Min dixwest ez wê hemû di fotografan de qeyd bikim, tomar bikim. Di arşîva min de sekinîne. Min heta niha ew parastine.”

Di kempa penaberên Başûr a li Mûşê de 700 xaniyên yek qat hebûne û her xaniyek ji 2 daîreyan pêk hatiye. Di her daîreyek de jî 3-4 malbat mane. Serjimariya kempê 8 hezar û 267 kes bûne. Lê ji wan nêzî 200 kesan li Mûşê li penaberiyê canê xwe ji dest dane.

Goristan heye lê li dora goristanê tu avahiyeke ku ji wê kempê mabe nemaye. Ji xeynî bîranîn û wêneyên goristanê ku ji aliyê Adem Sonmez ve zindî hatine hiştin...

Adem Sonmez qala goristana penaberên Başûrê Kurdistanê dike û wiha tîne ziman “Li goristanê miletê wan, mirovên wan dihatin ser goristanê gora wan çêdikirin, derdora wan çêdikirin, kevir didan dorê. Qismekî wan jî dineqişandin, dixemilandin. Darek datanîn vî alî û wî alî û gor dineqişandin. Fethe dixwendin, dua dikirin. Ez jî dihatim wan deran û min ew dem gelek fotografên wê derê jî kişandine.”

Adem Sonmez heta niha 160 wêneyên vê kempa koçberên Başûr li ser komputera xwe bi cih kiriye. Lê li gorî gotina wî hêj nêzî 600 wêneyên ku ji fîlmên wênekêşên xwe tab nekirine hene. Ew dixwaze bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê van wêneyên ku qet dernexistine jî derxe û li bajarên Duhok û Hewlêrê pêşengehên van wêneyan veke.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin