Koçberiya ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

Koçberiya ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

.

A+A-

 Ev demeke ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku xwe bigihînin Ewropayê, dîsa ketine ser riyên koçberiyê. Di despêka meha bê de 270 ciwan ji Rojavayê Kurdistanê diçin Belarusê.

Hevseroka Desteya Karûkarûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ew pilan dikin ku ji bo ciwanan derfetên kar peyda bikin daku rê li ber koçberiyê bigrin.

Keça 23 salî Lîloz Cuma biryar daye koçber bibe û hêviya wê bi paşerojeke geştir û aramtir heye. Ji çend rojan ve tûrikê koçberiyê tijî kiriye, li bende kêliya guncaw  e, da ku xwe bigihîne axa Ewropayê dibêje hêvî û siberoj li vir têkçûye tekane çare jî koçberî ye.

Lîloz Cuma dibêje “yek jê aramî tine ye, zêdeyî hêzekê di welat de heye, kesê ku canê xwe ji dest dide ji kîs xwe çû, çarenivîsa xelkê diyar nabe, xwendin nema danpêdan pê dibe, miqatebûna li xwendinê tine ye,diktorên zanîngehê koçber bûne,rewşa ewlehî têk çûye.”

270 ciwanên Rojavayê Kurdistanê bilêtên geşta welatê Belarusiya birîne, ku serê meha Mijdarê ew geşt ji Qamişlo û di Şamê re difire Belarûsiya. Desteya karûbarê civakî pilana dike derfetên kar ji ciwanan re peyda bike, da ku rê li ber koçberiyê bigre.

Hevseroka Desteya Karûbarê Civakî a Rêveberiya Xweser Hindirîn Sîno got “Rêvebereya xweser di encam salên derbasbûyî de me gelek proje ji bo ciwanan afirandin, careke din em hewil didin derfetên kar dabîn bikin da ku rêgiriyê li koçberiya ciwanan bikin, gelek ciwanan berê xwe dan koçberiyê,ger îro ciwan xwedî li welatê xwe dernekevin,di aramiyê de nema pêwîstiya me bi  wan heye.”

Ecnîhet El Şam ku kompaniyeke geştên esmanî ye, diyar dike  3 geştên Şam-Bêlarûsiya hene, 330 rêwî ji wan Kurdên Sûrî ne. Civaknas dibêjin ji ber lawazbûna sedemên mana li welat, rêjeya koçberiyê bi hêz dibe û eger riya koçberiyê hêsan be, wê piraniya xelkê koçber bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin