Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
.
A+A-
Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd di encama gulebarandina hêzên Îranê ve, hat kuştin.
Li gorî agahiyan, hêzên Îranê komek kolberên Kurd îro danê sibê li devera sînorî ya Birûşkanê, li nêzîkî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê dan ber guleyan.
Agahî diyar dikin, di wê êrîşê de kolberekî Kurd hat kuştin.
Ew kolberê ku hatiye kuştin, xelkê bajarê Seqizê ye, lê hîn navê wî nehatiye zanîn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin