Koma Xebatê ya Vateyê: Rizgariya ziman tenê bi statûyeke siyasî pêkan e

Koma Xebatê ya Vateyê: Rizgariya ziman tenê bi statûyeke siyasî pêkan e

.

A+A-

 Koma Xebatê ya Vateyê ku li ser yekgirtina diyalekta sereke ya Kirmanckî ango Zazakiya Kurdî her sal li perçeyekî din ê welat dicive, vê carê li Amedê civiya.

Di civînê de li ser yekgirtina ziman nîqaşên dûr û dirêj hatin kirin.

Pisporên diyalekta Kirmanckî diyar kir ku heta zimanê kurdî nebe xwedî statû, ne pêkan e ku Kirmanckî ji bişaftinê rizgar bibe.

Ji bo ku zimanek bikaribe hebûna xwe berdewam bike divê statûya wî hebe.

Endamên Koma Xebatê ya Vateyê ku 27 sal in li ser standartkirina Kirmanckî kar dike li Amedê civiya.

Zimanzan û pisporên ziman hewl didin bi van civînan Kirmanckî ango vî şêwezarê sereke yê Kurdî hem di hêla rastnivîsê û hem jî di hêla peyvan de yekgirtî bikin.

Heta niha 39 civîn li dar xistine

Koma Xebatê ya Vateyê heta niha 39 civîn li dar xistine û ji bo perwerdehiyeke yekgirtî ya şêwezarê Kirmanckiya Kurdî heta astekê bingehek ava kiriye.

“Weşanxaneyê heta niha 150 pirtûkên Kirmanckî çap kirine”

Pisporê Diyalekta Kirmanckiyê ya Zimanê Kurdî Mehmet Selîm Uzun got:

“Me gelek xebat kirine. Me kovarek heta niha derxistiye. 88 hejmar heta niha derketiye bi navê Vateyê.

Xwerû bi Kirmanckî ye. Heta niha me 2 ferheng derxistine. Bi Tirkî Zazakî, Zazakî-Zazakî bi qasî 70 hezar peyv tê de hene.

Her carek ku em civînek çêdikin, em li ser zêde dikin. Ji nû ve çap dikin.

Me weşanxaneyek heye. Rasterast ne ya me ye lê bi me ve girêdayî ye. Li Stenbolê ye. Heta niha 150 pirtûkên zazakî çap kirine.”

Di civînê de ji Malmisanij heta Heyder Diljen, ji Nadîre Guntaş heta pisporên ziman ên ciwan 17 kes amade bûn.

Li ser bikaranîn û lêanîna peyvan nîqaşeke dûr û dirêj kirin.

Li gorî zimanzanan ev xebat encex dikarin rê li ber perwerdehiya bi Kurdî xweş bikin û karê perwerdehiya bi Kurdî hêsan bikin.

Lê ne pêkan e ku xebatên wiha diyalekta Kirmanckî ji bin nîrê bişaftinê rizgar bike.

Li gorî wan rizgariya ziman encex bi statûyeke siyasî pêkan e.

“Çare herî kêm divê miletê Kurd bibe xwedî statû”

Zimanzan Malmisanij jî got, “Çare herî kêm divê miletê Kurd bibe xwedî statû. Ziman heta bi statû nebe nafilite.

Esas heta nebe dewlet, heta ew milet nebe xwedî dewlet zimanê wî jî tam azad nabe.”

“Xebatên me dê fêdeyeke baş bide perwerdeyê”

Zimanzan Nadîre Guntaş jî wiha got:

“Eger rojek ev ziman bû zimanê perwerdehiyê, yan jî em azad bûn, ji bo perwerdehiyê xebatên me dê pir girîng bin.

Xebatên me dê fêdeyeke baş bide perwerdehiyê. Nifşên nû jî di hemû xebatên xwe yên perwerdehiyê de dê ji xebatên me sûd werbigrin.”

Koma Xebatê ya Vateyê li gorî derfetan her sal civîna xwe yan li perçeyekî din ê welat an jî li welatekî din ê cîhanê li dar dixe.

Heta niha li Dihok û Hewlêrê jî civiyane.

Rûdaw / Maşallah Dekak

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin