Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê hate ragihandin
"Kombend beşeka ji Şoreşa sûrî ye, û doza kurd li Sûriyê pirsek niştîmanî- demokratîkî giştî ye ku hemû sûriyan peywendîdar dike.
Li Ûrfa ya Kurdistan Bakur, bi beşdarbûn hijmareka mezin ji rêxistin û keseyatiyên kurd û ereb, Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê, îro (11.06.16), kongre xwe yê damezrêner lidarxist.
Bi beyanameya dumahî ya kongre de hatiye ku "Kombend beşeka ji Şoreşa sûrî ye, û doza kurd li Sûriyê pirsek niştîmanî- demokratîkî giştî ye ku hemû sûriyan peywendîdar dike. Çareseriya vê kêşeyê bi danepêdana destûrî bi mafên neteweyî yên gelê kurd û pêkhateyên din ên netweyî û olî yên welat dibe. Kongrê Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) weke berpirsê rewa yê gelê kurd li Sûriyê, û hevalbendê sereke yê Kombendê dibîne" .
Hejayî gotinê ye, kongrê konseya birêvebir a Kombendê ku ji 31 endamî pêk tê hibijart. Her weha Abdele'zîz Temo weke serokê Kombendê hate hilbijartin.
(E.B)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin