Kombûna Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
.
Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser dawî rewşa Kurdistan û Îranê civînek lidar xist.
Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevpêwendî û yekrêziya di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Îranê li qonaxa niha ya xebeta li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, zamina serkevtina serhildana vê carê ya xelkê Îranê dizane.
Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di nûtirîn civîna xwe ya roja Şemî 16`ê Rezberê \ 8`ê Çiriya Pêşîn de ku hate lidarxistin, hevdem digel dubarekirina piştevaniya Hizbê li serhildana cemawerî ya neteweyên Îranê ya li dijî rejîma dije gelî ya rejîma Îslamî ya Îranê, pêkanîna hevpeywendî û yekrêziya li navbera kêmîneyên netewî û olî yên Îranê di qonaxa niha de sedema sereke ya serkevtina serhildana cemawerî ya xelkê Îranê zanî.
Birêveberiya PDKÎ li destpêka civînê de, pirsa êrîşa terorîstî û mûşekiya rejîma Îslamî ya Îranê ya li ser hêz û aliyên Kurdistanê gengeşe kir û da xuya ku ev êrîşên han yên bo ser opozisyona Kurd digel nîşandana lawazbûna vê rejîmê li hember îradeya gel, pîlanek e bo xelitandina raya giştî a xelkê li derheq nerizayetiyên cemawerî yên wê dawiyê yên xelkê welat. Lê, her li pey êrîşa mûşekî û dronên xweteqîner yên rejîmê bo ser hizban, zelal bû ku, xelkê Kurdistanê di mangirtina seranserî ya roja 9`ê Rezberê de û rojên piştî vê tevî şermezarkirin û riswakirina êrîşên terorîstî yên rejîmê bo ser hizban, nerizayetiyên xwe her berdewam kirin.
Navenda Birêveberiya PDKÎ di behs û gengeşeyên xwe de taybet li ser serhildanên cemawerî û seranserî li Kurdistan, bajar û deverên cuda yên Îranê, û bi hûrbûn li ser daxwazkariyên xelkê ku li gelemperiya xwe de derbasbûn ji nizama rejîma Îslamî û bidestveanîna Îranek azad û demokratîk û xwandina pêkhateyên cuda yên beşdar di nerizayetiyan de û axavtin li ser pîlanên rejîmê û asta serkutkariyên hêzên ewlehî û herwisa helsengandina rola opozisyonê li piştevanîkirina xelkê, li ser vê baweriyê ye ku serhildana vê carê ya xelkê bêzarbûyî yên Îranê, tevgera azadîxwazane ya gelên Îranê li dijî dîktatoriyê, wî welatî ber bi qonaxek taybet û hêvîbexşê ve dibe.
Hewldan bo berfirehkirina nerizayetiyan û tevlîbûna tev tex û qatên xelkê Îranê bo nav xwenîşanderan, pêkanîna yekgirtîbûn û hevhelwestiya li navbera hêz û aliyên dijberê rejîmê li navxwe û derveyî welat bo piştevanîkirin li xelkê û çawaniya rûbirûbûna xelkê li hember hêzên serkutkar û bitaybet çekdarên xwecihî yên girêdayî rejîmê li Kurdistanê û herwisa berdewamkirina nerizayetiyan û xwedûrgirtin ji tunditîjiyan, beşek din a gengeşekirina mijarên civîna Navenda Birêveberiya Hizbê bûn.
Cihê behskirinê ye ku hevdem digel birêveçûna civîna Navenda Birêveberiya Hizbê, bo carek din xelkê bêzar yên gelek bajarên Îran û Kurdistanê rijiyane ser şeqaman û nerizayetiyên xwe li dijî rejîmê berdewam kirin, ku mixabin di encama êrîşên serkutkarî yên hêzên rejîmê de hejmarek kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Her bi vê hilkeftê birêveberiya Hizbê tevî pêzanîn û nîşandana piştevaniya xwe li xelkê serhildêr yên tev navçeyên Îranê yên li dijî dîktatoriyê, ji tev malbatên qurbaniyên vê serhildana mezin re sersaxiyê dibêje û hêviya başbûnê bo birîndaran dixwaze.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Îdarî
16`ê Rezbera 1401`an
8`ê Çiriya Pêşîna 2022'an
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin