Komeke ji Efrînê derbasî Başûr bûn, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî amadehiyê dike
Hejmarek ji koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihîştin Başûrê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê amadekariya hevkariya koçberên Efrînê kiriye.
A+A-
Li gor Kurdistan24ê Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed gotiye:
“Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya hemû xelkê belangaz e, bi taybet ji Kurdê me re jî em wek erk li ser milê xwe dibînin. Me amarên wan wergirtine û tiştê ji destê me bê em kêmasiyê tê de nakin.”
“Ji destpêkê ve me hemû hewlên xwe dan ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê Efrînê re û serperişyarê dezgehê Mesrûr Barzanî jî got ku dixwazin alîkariyan bigihînin xelkê Efrînê, lê ji ber rewşa şer me nikarîn bigihin wî bajarî û niha jî ew hewla me berdewam e bo gihandina alîkariyan ji bajarê Efrînê re.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin