Komeleya Wêjekarên Kurd hat ava kirin
Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê 'Komeleya Wêjekarên Kurd' hat avakirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê bi armanca piştgirîya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman, Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
Parêzgerîya Amedê serlêdana komeleyê pejirand û hevserokê komeleyê jî Sultan Yaray û Hogir Berbir in.
Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray, anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên Kurd bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) hat girtin, valahîyek çêbûye û ji ber vê komele ava kirine.
Yaray, da zanîn ku wê komele bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî û Soranî xebatên xwe bike û wê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin.
Her wiha Yaray, dîyar kir ku armanceke komeleyê jî piştgirîya nivîskaran û danasîna berhemên wan e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin