Komelgehên niştecîbûnê li Efrînê

Komelgehên niştecîbûnê li Efrînê

.

A+A-

Zanyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê diyar dikin ku, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, projeyên avakirina mêtingeh û komelgehên niştecîkirina Ereb û Tirkmenên hawirdekirî zêde bûne.

 Herî dawî jî saziyeke Filistînî komelgeheke niştecîkirina Erebên hawirde li ser xaka Herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ava kir. Komelgeh nêzîkî bajarê Cindirêsê li rojavayê Efrînê hatiye avakirin.

Niha projeya avakirina 57 Komelgehan heye û  19 komelgeh hatine amadekirin û  9 komelgehên nû têne avakirin.

Berê jî hejmarek ji mêtingeh û komelgehên wiha hebûn, ji wan:

Gundê El-Şamiyê: 15/11/2018 komeleyeke hevkariyê ji xelkê Xûteyê li Efrînê hate avakirin.

Mêtingeha Afrazê: Komeleya Beyan a Qeterî-Tirkî alîkariya darayî ji wê projeyê re pêşkêş kir, li navçeyeke nêzîkî gundê Afraz li nahiyeya Mabata hate avakirin.

Mêtingeha Hec Hesenê: Li navçeya (Çiyayê Şawitê) li nêzîkî Çiyayê Qaziqlê, li derdora gundê Kefer Sefrê, li nahiyeya Cindirêsê hatiye avakirin.

Mêtingehên li Şiyê:

Ji destpêka 2021ê ve, hikûmeta Tirkiyê dest bi cîbicîkirina projeya avakirina 3 mêtingehên niştecîbûnê kir. Ew proje li ser sînorê nahiyeya Şiyê ye, li navçeya di navbera gundê Çeqela heta Deşta Şadya de ye li Reco. Grûpa çekdar a bi navê Emşat berpirsiyariya wê projeyê dike.

Mêtingeheke ji wan li navçeya Lêçê Tofê, li Deşta gundê Sinariyê ye. Mêtingeheke din, li navçeya Lêçê Şadya ye, li deşta gundê Şadya.

Mêtingeha Baflon:

12/11/2020 dest bi karê avakirina Mêtingeha Baflon hate kirin. Ew jî li ser quntara Çiyayê Baflon, li gundê Baflon ê Kurdên Êzdî, hate destpêkirin.

Gundê Kuweytî

Li gundewarê nahiyeya Şêrawa hate avakirin. Ji 300 malan pêk tê.

-Mêtingehên Filestîniyan:

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, Ibrahîm Şêxo, ji Rûdawê re ragihand ku, hikûmeta Tirkiyê li gundê Sûrikê li nahiyeya Reco, gundê Dêr Belûtê û Mihemediyê û kampekê li nêzîkî nahiya Cindirêsê, li ser sînorê bakurê Kurdistanê, hejmarek ji mêtingehan ava kirine.

Mêtingehên nû li navçeya Şiyê:

250-450 yekeyên niştecîbûnê di her projeyekê de hene, di wan projeyan de jî ev tişt peyda dibin:

Navendên jiberkirina Quranê hene û mizgeft hene û dibistan hene, binkeyên tendirustî hene.

Aliyên wan projeyan cî bi cî dikin:

  • Rêxistinên Tirkî.
  • Rêxistinên Qeterî.
  • Rêxistinên Kuwêtî.
  • Rêxistinên Filestînî.
  • Rêxistinên Seltenet Oman.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin