Komên çekdar 15 hezar Kurd revandin: Ew li kû ne?

Komên çekdar 15 hezar Kurd revandin: Ew li kû ne?

.

A+A-

Piştî nîvro 15 hezar penaberên Kurd ên ji Efrînê ji aliyê komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hatin revandin.

Malbat di çarçoveya lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de ji Şehbayê derdiketin lê komên çekdar lihevkirin şikand.

Tê gotin ku komên çekdar dibêjin, dema YPG ji Şêx Meqsûd derkeve yan jî ji herêmên ku di van 3 rojan de bi dest xistiye vekişe, ew dê 15 hezar Kurdan berdin.

Berpirsê Rêveberiya Xweser a Karûbarên Penaberan Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re ragihand, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê piştî kontrolkirina Şehbayê rê nadin ku 15 hezar Kurd derbasî deverên ewle bibin.

Berpirsê Rêveberiya Xweser a Karûbarên Penaberan Şêxmûs Ehmed got:

“Me doh 2 otobus şandin Şehbayê lê komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hêzên Hemzatê û Sultan Murad rê nadin ku xelk ji herêmê derkeve.”

Di van rojên dawî de komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike dest bi êrişa li dijî Şehbayê ya di bin kontrola HSDyê de kir.

Berî niha HSD û komên çekdar bi awayekî neragihandî li hev kiribû ku rêyeke ewle ji xelkê re were vekirin ku derbasî deverên aram ên li parêzgehên Tebqa û Reqayê bibin.

Penaberên Şehbayê niha li kamp û mizgeftan di rewşeke dijwar de dijîn.

Roja sêşemê Berpirsê Rêveberiya Xweser a Karûbarên Penaberan Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re ragihandibû ku ji ber êrişan nêzîkî 100 hezar kes ji Şehbayê ber bi Tebqayê ve koçber bûne.

Wî îro ji Rûdawê re da zanîn ku ew hejmar zêde nebûye û nêzîkî 6 hezar malbat li Şehbayê asê mane.

HSD: Komên çekdar dest danî ser 120 otomobîlên xelkê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê dest bi hewldaneke mezin a derxistina welatiyan û destdanîna ser otomobîlên wan kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro ragihand ku komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê dest bi operasyoneke berfireh a di nava sivîlê ku li Şehba û bakurê Helebê asê mane de kiriye.

HSDyê ragihand ku komên çekdar dest daniye ser 120 otomobîlan ku bi sedan sivîl pê diçûn bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

HSDyê da zanîn ku komên çekdar piraniya welatiyan veguhastine devera Şêx Necar û çarenivîsa hinekan jî ne diyar e.

Lihevhatinek hatibû kirin ku rê li ber ti kesî neyê girtin.

Komên çekdar 2 rojên borî rê li ber zêdetirî 15 hezar sivîlan girtin û zivistana sar ew li ser rêyên sereke hiştin.

Piraniya kesên ji Şehbayê derbider bûne sala 2018an piştî dagirkirina Tirkiye û hevpeymanên wê ji Efrînê çûbûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin