Komên çekdar Efrînê “dikin” erdê bav û bapîrên xwe

Komên çekdar Efrînê “dikin” erdê bav û bapîrên xwe

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ên li Efrînê ji bilî girtin û revandina welatiyan, vê carê dibêjin ku xaka Efrînê milkê bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin, ew vegerandine ser xaka wan a resen.

A+A-

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan radighîne, çekdarên ser bi firqeya Sultan Murad li Efrînê destê xwe danîne ser berhemên zeytûnan a du cotyarên ji gundê Meydankê û birine navenda xwe.

Herwiha rewangehê daye zanîn, heger cotyarên Efrînê bacan nedin gûrpên çekdar, darên wan ên zeytûnan  têne şewtandin.

Li aliyekî din Rewangehê gvîdyoyek belav kiriye ku tê de çekdarên ji Parêzgeha Dêrazorê derdikevin û dibêjin ku xaka Efrînê ya bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin ku ew gihandine vî bajarê xweş.

Tevî ku partiyên siyasî yên Kurdî, rêxistinên mirovî û yasayî hişyariya wê yekê didin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve guhartina demografî li Efrînê dikin û nasnameya Kurdî ya Efrînê diguhêrin, lê civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî bi awayekî cidî li ser vê yekê ranawestin û çareser nakin.

Niha ku werzê çinîna zeytûnan li Efrînê nêzîk bûye, grûpên çekdar dest datînin ser darên Efriyan û berhemên wan ji xwe re dibin. Di vê derbarê Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê bêhtirî ji carekê belav kiriye, grûpên çekdar ji bilî destdanîna ser bi hezaran daran zeytûnê, li gelek gundan jî bac li ser darên zeytûnê sepandine, ku divê li hember her dareke zeytûnê xwediyê wê 2 hezar Lîreyên Sûrî bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin