Komiseriya YE: Wê gotinên Erdogan Tirkiyê zêdetir ji Ewropayê dûrtir bixe
Komiseriya YE: Wê gotinên Erdogan Tirkiyê zêdetir ji Ewropayê dûrtir bixe
A+A-
Berdevkiya Komeseriya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, banga serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya boykotkirina kelûpelên Fransayê li dijî rihê peymanên dîplomasî û bazirganî yên ku bi Brukselê re hatine îmzekirin e.
Komiseriya YEyê da xuyakirin: "Peymanên YEyê bi dewleta Tirk re li ser pevguhartina azad a kelûpelan e. Divê li hember vê yek rêgirtina dualî hebe. Dewleta Tirk jî di vê çarçoveyê soz a dabû."
Di berdewamê de hat gotin, bangên boykotkirina kelûpelên her dewleteke endam li dijî rihê van peymanan e û wê dewleta Tirkiye zêdetir ji YEyê bi dûr bixe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin