
Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
Komîsyona Edaletê, daxwaza AKP-MHP'ê ya pergala Pir-Baroyî ku ji 28 xalan pêk dihat erê kir. Tê payîn ku pêşnûma roja pençşemê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê niqaşkirin.
A+A-
Komîsyona Edaletê daxwaza pêşnûmeya Pir-Baroyî ku ji alîyê AKP-MHP'ê vehat amadekirin û pêşkêşî komîsyonê hat kirin, li gel hemû nerazîbûnên Serokên Baroyên Tirkîyeyê dîsa erê kirin. Pêşnûmeya Pergala Pir-Baroyî ku ji 28 xalan pêk tê piştî Komîsyona Edaletê qebûl kir, tê payîn ku roja pêncşemê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkîyeyê bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin