Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî hate avakirin
.
Di bin pêşengiya KCD, HDP û DBP'ê de Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî hate avakirin û ji bo hevgirtina hilbijartinên 2023'an dest bi xebatê kir. Komîsyonê serdana partiyên Kurdî kir lê PSK, PAK û HAKPAR li derveyî vê bernameyê hatin hiştin.
Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî ku ji hevserok û rêveberên KCD, HDP û DBPê pêk tê, serdana PDK Tirkiye, Partiya Azadî, DDKD, KKP û Partiya Însan û Azadiyê PÎA'yê kir. HDP'î dibêjin ew dixwazin beriya hilbijartinên 2023'an eniyeke berfireh a Kurdistanî ava bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier dibêje “Pêvajoya ku em tê de ne, li gorî me ji bo Kurdan pêvajoyeke pir girîng e. Di vê pêvajoyê de weke partî û rêxistinên Kurd em hemûyan bînin ba hev. Û şexsiyet û sazî û rewşenbîrên Kurd bêne cem hev. Weke KCD, DBP û HDP em dixwazin vê pêvajoyê bihunin.”
Di bernameya Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî de tenê partî û rêxistinên ku di hilbijartina 2019an de bi HDPê re hevkarî kiribûn cih girt. PSK, PAK, HAKPAR li derveyî vê bernameyê hatin hiştin.
Berpirsê Ragihandina PAK'ê Henîfî Turan got “Muxatabên me divê hebûna miletê Kurd nas bikin, hebûna Kurdistanê nas bikin, azadiya rêxistinbûnê nas bikin û di serî de ala Kurdistanê weke semboleke miletê Kurd nas bikin. Ev kî jî bin em dikarin bi wan re diyalog deynin û bi wan re îtifaq jî pêk bînin.”
Li gorî rêveberên PÎA'yê ku hevalbendên HDPê ne, diviyabû tu partî û rêxistineke Kurdî li derveyî vê bernameyê nehata hiştin. Ew vê yekê rast nabînin.
Serokê Giştî yê PÎAyê Mihemed Kamaç diyar kir “Yanî tu cudahiyan em naxin navbera tu partiyan. Ger PÎA bûya ji bo avakirina pêkhateyeke berfireh, çi ji destê me bihata kirin me dê bikira. Em vê yekê tenê weke gotin nabêjin. Me dê bikira.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartina 2019an eniya Tifaqa Kurdistanî ava kiribû. Di hilbijartinên parlamentoyê de DDKD û KKP'ê parlamenterek û di hilbijartinên şaredariyan de jî PÎA, PDK Bakur û PDK Tirkiyeyê jî her yek şaredariyek li ser navê HDP'ê bi dest xistibûn.
Nûçe: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin