Komîsyona Hilbijartinan heta 15ê mehê mohlet da partiyên Kurdistanê

Komîsyona Hilbijartinan heta 15ê mehê mohlet da partiyên Kurdistanê

.

A+A-

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku tê çaverêkirin 20ê Cotmehê bêne kirin agahdariyek bo partiyan belav kir.

Komîsyonê ragihand, ji 4ê Tîrmehê heta 15ê Tîrmehê dê lîsteyên berbijêrên partî û hevpeymanî û berbijêrên serbixwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên wergirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024ê wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiribû û Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî dest bi amadekariyên proseya hilbijartinê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin