Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Wê hilbijartina perlementoya Kurdistanê di 25ê Sibatê de nebe

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Wê hilbijartina perlementoya Kurdistanê di 25ê Sibatê de nebe

.

A+A-

Komseriya Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku wê hilbijartina parlementoya Kurdistanê negihê 25ê Sibata 2024an û biryara xwe bi şêweyekî fermî gihand serokatiya Herêma Kurdistanê. Biryar bi sedema ku îtîrazên qanûna hilbijartinê ya Parlementoya Kurdistanê li Dadgeha Federal ya Iraqê de tê dîtin û roja celsê dikeve piştî roja hilbijartinê an ku 25ê Sibatê dê paşde bikeve.

Şêwirmendê çapemeniyê yê komisyona hilbijartinê Îmad Cemîl ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Komîsyona nivîsa fermî ya ku wê hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di 25ê Sibata 2024an de nebe, îro gihand Herêma Kurdistanê.”

Parlementerê YNKê Ziyad Cabbar ji qanûna hilbijartinê re îtîrazê kiribû û dosyayê biribû Dadgeha Federal ya Iraqê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin