Komkara Erebî pesnê hilbijartinên Herêma Kurdistanê da

Komkara Erebî pesnê hilbijartinên Herêma Kurdistanê da

.

A+A-

Komkara Erebî pesnê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da û tekez li ser wê yekê kir ku bi giştî hilbijartin bi aramî birêve çû.

Di daxuyaniya Komkara Erebî ya derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, ev gotin hatiye bikaranîn: "Sekreterê Giştî yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê komîteyek pispor ji bo şopandina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Kendava Fars û Yemenê Malik Mûslî pêk anî."

Pêvajoya hilbijartinê bi giştî baş hat organîzekirin, ji ber ku prosedurên vekirina navendên dengdanê bi awayekî rast û di dema xwe de hatin bicihanîn û malzemeyên hilbijartinê li navendên dengdanê yên hatin ziyaretkirin peyda bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku amadekariyên pêvajoya hilbijartinê di asteke baş de ne û hat gotin, "Tedbîrên vekirina navendên dengdanê rast û di dema xwe de hatin bicihanîn. Di sindoqên hatin ziyaretkirin de amûrên hilbijartinê yên pêwîst hebûn."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:

“Hebûna nûnerên namzedan û çavdêrên navdewletî û herêmî yên çavdêriya proseya dengdanê dikin û hebûna hêzên ewlehiyê li derveyî sindoqên dengdanê, faktorên erênî bûn ji bo aştiyane birêvebirina pêvajoya hilbijartinê. Em kêfxweşiya xwe bi amadekarî û organîzekirina baş ya proseyê û atmosfera guncaw û bi rêkûpêk ya ku hilbijartin tê de hatin lidarxistin, diyar dikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin