Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê: Nêçîrvan Barzanî gihîşt Almanyayê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê: Nêçîrvan Barzanî gihîşt Almanyayê

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê gihîşt Almanyayê.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dê sibe dest pê bike û 3 rojan berdewam bike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyekê de ragihand:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe gihîşt Almanyayê.”

Berdevkê serokatiyê her wiha da zanîn ku di 3 rojên konferansê de Nêçîrvan Barzanî dê bi gelek serok û rayedarên payebilind ên welatan re hevdîtin û civînan pêk bîne.

Dilşad Şehab da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê di van hevdîtinan de li ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatan re û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn danûstandinan bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin