Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’; Rewşa Êzidî û Kirîstiyanan

Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’; Rewşa Êzidî û Kirîstiyanan

.

A+A-

Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` îro jî berdewam e û di çarçova konferansê de 4 panel hatine rêkxistin û panela yekem taybet bû bi rewşa Kurdên Êzidî û Kirîstiyanan.

Di panela yekem de, rewşa Êzidiyên Şingalê, dîroka siyasî û pêşeroja Kirîstiyanên Iraqê hat gotûbêjkirin. Panel ji aliyê Agnès Levallois ve hat birêvebirin û Dr. Juliette Duclos-Valois ku di ware kêmîneyên Iraq û Herêma Kurdistanê de şareza ye, behsa rewşa Êzidiyên Şingalê kir.

Juliette Duclos-Valois ku ji 2013an ve berdewam serdana Kurdistanê dike û çendîn lêkolîn derbarê kêmîneyên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk anîne, bi navê `Pirsa Êzidiyên Şingalê, dîrokek siyasî` gotarek pêşkêş kir.

Agnès Levallois di destpêka panelê de behsa girîngiya lêkolînên taybet derbarê Kirîstiyanan û pêşeroja wan a li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Loÿs de Pampelonne di gotara xwe ya bi navê `Çi pêşeroj bo Kirîstiyanên Iraqê?` de amaje bi wê kir, Kirîstiyan mijareke girîng in bo Fransa û Kurdistanê û her wek çawa Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdistanê pêşwazî li Kirîstiyanan kir.

Loÿs de Pampelonne got, pêkhateya Kirîstiyan, destpêkê li Bexda û Mûsilê peyrewê ayîna Cihû bûn û paşê bûne Kirîstiyan. Pampelonne diyar kir, hemû ew pêkhateyên li Iraqê hebûn, bi taybetî li Mûsil, Zaxo û çiyayên Kurdistanê, piştî komkujiya Kildaniyan ku li Tirkiyê hat kirin, li Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke baştir hat kirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Loÿs de Pampelonne got, “piştî rûxana rejîma berê ya Iraqêm Kristiyanan berê xwe dan Herêma Kurdistanê, ji ber ku wan dizanî li wir jiyana wan parastî ye. Niha jî li bajarokê Enkawa yê ser bi Hewlêrê ve Kirîstiyanan jiyaneke gelek emnî heye.”

Pampelonne derbarê wê tirsa ku DAIŞê bo Kirîstiyanan çêkiriye, got, DAIŞ bûye sedema nemana baweriyê di navbera Kirîstiyan û Misilmanan.

Piştî afaxtina Pampelonne, Juliette Duclos-Valois behsa rewşa Kurdên Êzidî kir û got, “Heyama 4 sal e ez hatinûçûna vê herêmê dikim û piştî hatina DAIŞê gefên ser Êzidiyan zêdetir û kûrtir bûne.”

 

Juliette Duclos-Valois behsa sala 2014 û salên piştî wê kir û amaje bi wê da, wê lêkolîneke akademîk li ser Êzidiyan pêk aniye û ew a girîng ew  ku çawa jiyana Êzidiyan parastî dibe û çawa dikare destûrê de mafên wan parastî bin.

Di dewama afaxtina xwe de Juliette Duclos-Valois got, herêma Şingalê di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de kêşe li ser e û ev jî astengiyê bo çareserkirina pirsgirêkan, di ware emnî û aborî jî ve çê dike, ji ber ku rûniştvanên Şingalê pişt bi cotkariyê girê didin bo dabînkirina debara jiyana xwe û nemana cotkariyê metirsî ye li ser mana wan a li navçeyê çêdike.

Duclos-Valois di beşeke din a gotara xwe de ronahî xist ser helmeta Erebkirina herêma Şingalê û got, gef li Êzidiyan tê xwarin û rê bi wan nayê dayîn girîngiyê bi cotkarî û ajeldariyê bidin, herwiha “komelgehên niştecihbûnê bo Ereb tên avakirin” ku armanc jê Erebkirina herêmê ye.

Wê lêkolînerê amaje bi wê kir, girîngtirîn tişt ku divê bo xizmeta Êzidiyan bê kirin, dabînkirina jiyana aborî ye û niha ji ber dijwariya jiyanê, nebûna asayiş û nemana çavkaniyên jiyanê, wan bi neçarî berê xwe dane Herêma Kurdistanê û dest bi çendîn kar û pîşeyên ciyawaz kirine ajokariya teksî û barhilgiran.

Ji piştî sala 2003an ve çendîn Êzidî ji aliyê grûpên terorîstî ve hatine revandin, kuştin û ji 2004an ve li herêmê mane û bûne hêza berevanîker a navçeyê, ev gotinên Juliette Duclos-Valois in.

Di darberê rewşa xizmetguzariya Şingalê jî de Juliette Duclos-Valois dibêje, ku PDK çend xwendingehên bi zimanê Kurdî damezrandine û berdewam xizmetguzariyên wek av, elektirîk û çend xizmetguzariyên din pêşkeş kirine.

Juliette Duclos-Valois herwiha destnîşan kir ku hebûna Hêzên Pêşmerge ewlehî û jiyana Êzidiyan misoger dike û Kurdên Êzidî ku bi qasî 250 hezar kes bûn, li Kurdistanê gelek kamp ji wan re çêkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin