
Kongreya 28an ya Yekîtîya Nîvîskarên Kurd lî Swêdê
Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê vê evarê (02-03-2025) Kongreya xwe ya 28an li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê pêk anî.
Yekitiya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di 21.01.1995an de li Stockholmê weke Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ji alîyê 20 nivîskarên kurdên her çar perçeyen Kurdistanê hate damezrandin.
Di kongreya damezrandinê de, ligel Komîteya Kargêr, redaksiyona kovara Çirayê jî hate hilbijartin. Di 22ê sibata 1995an de kovara ÇIRAyê dest bi weşana xwe kir. ÇIRA kovareke demsalî bû û 13 hejmar derket. Hejmara 13an di havîna 2000an de hate weşandin. Hêjayî gotinî ye ku ÇIRA bi sê zaravayê kurdî; kurmancî, soranî û kirdkî (zazakî) dihate weşandin.
Di Kongreya 25an ya 16-10-2021ê de Komeleyê navê xwe guherand û kir Yekitiya Nivîskarên Kurd Li Swêdê. Ev 30 Sali in ku ew bi awakî berdewamî xebat û çalakîyên xwe yên li ser ziman, edebiyat, çand û dîroka kurd û Kurdistanê didomîne.
Kongreya 28an weke Dîwana Kongreyê ji Alîyê Serdar Roşan, Paşa Uzun û Halûk Agrîn ve hate birêvebirin. Di Kongreyê de, M. Alî Kut weke serok, Têmûrê Xelîl, Zinar Soran, Hêdî Gomî, Ercan Aras, Salim Çelîker û A. Selam Cizîrî jî weke Komîteya Kargêr hatin hilbijartin.
Piştî Kongreyê, Komîteya Karker di civîna xwe de kar û bar dabeş kir û Têmûrê Xelîl weke sekreter, Zinar Soran weke berpirsiyarê darayî, Hêdî Gomî û Ercan weke endamên Komîteya Kargêr yên esîl, Salim Çelîker û A. Selam Cizîrî jî weke endamên cîgir hatin hilbijartin.
30 salîya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê pîroz be!
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin