Konsolê Koreya başûr li herêma Kurdistanê stranekî bo şehîdan tomar dike
Konsolê giştî yê Koreya başûr li herêma Kurdistanê, mijûlê tomar kirina stranekî ye bo şehîdên Kurdistanê.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Rêveberê gruba mûzîka Lor Nizar Zêweyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di projeyekî nû û giring de, em mijûlê tomar kirina berhemekî nû ne bo konsolê giştî yê Komara Koreya başûr li herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin in.’’
Herwaha got, stran projeyekî hevbeş a Koreya başûr û Herêma Kurdistanê ye. herwaha taybet li ser xebat û canfedayîya şehîdên Kurdistanê ye.
Nizar Zêweyî got, beşek ji karên vê berhemê temam bûye, dibe ku meha bê berhem bixwe jî temam bibe û em belav bikin.
Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin