Konsulên welatan Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kirin
.
Bi helkefta Cejna Newrozê û serê sala Kurdî, konsulên welatan ên li Herêma Kurdistanê, di rêya Rûdawê re peyamên xwe yên pîrozbahiyê pêşkêşî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û hêviya paşerojeke geş bo gelê Kurdistanê xwestin, herwiha ew nûnerên dîplomatîk ên welatan dixwazin îsal sala xweşî, aramî, ewlehî, istiqrar û xweşguzeraniyê be bo tevaya xelkê Kurdistanê.
Robert Palladino, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê ku cilûbergên Kurdî li xwe kiribûn, di preskonferansekê de bi helkefta Cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û got, “Bi helkefta Newrozê, sala nû ya Kurdan, hêviya min a baş ji bo gelê Herêma Kurdistana Iraqê heye û ji wan re dibêjim, Newroza we pîroz be û hêviya min heye demeke xweş ligel malbat, heval û xoşewîstên xwe derbas bikim, û weke hûn dibînin jî, me cilûbergên Newrozê li xwe kirine û em dixwazin spasiyeke taybet ji bo kake Remezan bikin li Akrê, paytexta Newrozê, ji ber ku wî ev cilûberg ji me re dirust kirin û weke hûn dibînin jî, Ceysî gelekî bi vê piştîneyê kêfxweş e, herwiha dixwazim bizanibin ku peyameke me ya vîdyoyî berî Newrozê wê hebe, lewma ji we dixwazim hûn ligel facebooka konsulxaneya me di pêwendiyê de bin ji bo dîtina vîdyoya taybet. Dixwazim bibêjim, hêviya Newrozeke xweş ji bo hemûyan dixwazim û hemû hevalên me yên Kurd em hêviya paşerojeke baş û xweşguzeraniyê ji wan re dixwain.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê herwiha destnîşan kir: “Wîlayetên Yekbûyî yên amerîka şanaziyê bi wê pêwendiya xwe dike ku ligel Herêma Kurdistanê heye û em pabend in bi bihêztirkirina wan hevbeşên xwe, ji ber ku Wîlayetên Yekbûyî yên amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê bi hev re, baştir in.”
Cîgirê Konsulê Giştî yê Komara Almanyayê: Li Almanyayê jî festîvala Newrozê bûye kultureke naskirî
Sven Mossler, Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re Cejna Newrozê li xelkê Kurdistanê pîroz kir û ragihand, “Di 21ê Adarê de, kurdên seranserê cîhanê ahengê bi helkefta Festîvala Newrozê dikin, bi heman awayî gelek sedsalên bûrî. Ew ahengê bi helkefta hatina buharê û saleke nû dikin. Newroz roja kombûna malbat û heval û kesûkaran e.
Sven Mossler dibêje, “Bi rastî li Almanya jî ev festîval bûye dabûnerîteke naskirî, ji ber ku Kurd ji seranserê cîhanê çûne Almanya û ew der ji wan re bûye malek. Aniha jî ew beşek in ji civaka me ya fireçeşne û wan em dewlemend kirine.
Mossler diyar kir, “Ji bo min gelekî girîng e ku tîşkê bixim ser wê yekê ku Newroz tkezkirinek e ji bo nasnameya we Kurdan û daxwaza we ji bo azadî û aştiyê. Di heman demê de, girîngiya xebatkirinê ji bo demokrasiyê û mafê mirov û rêzgirtinê li hevdu tîne bîra me. Lewma hêviya min e em rola van ahengên Newrozê, di dirustkirina pira di navbera xlekê de bibînin.
Cîgirê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê bi helkefta Newrozê, hêviya xweşbextiyê ji bo hemû kurdên Herêma Kurdistanê, Almanya û seranserê cîhanê xwest û destnîşan kir, “Ez jî gelekî şanaz dibim ku îsal yekemîn car li vê derê li Herêma Kurdistana Iraqê, beşdariyê di ahengên Newrozê de dikim.”
Konsulê Çînê: Hêvî dikim peywendiyên me bêtir pêş bikevin
Ni Ruchi, Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê jî di rêya Rûdawê re peyameke pîrozbahiyê arasteyî gelê Kurdistanê kir û ragihand, “Bi helkefta sala nû ya Kurdî û festîvala Newrozê dixwazim gemtirîn pîrozbahî û hêviya baştirîn pêşkêşî Kurdên Iraqê bikim. Hêvîdar im di sala nû da, tendirustiya we baş be û saleke tijî serkeftin be ji bo we.”
Ni Ruchi amaje bi peywendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Gelêrî ya Çînê kir û diyar kir, “Sala par hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çînê gelekî geşbûn û pêşketina nû dîtin, her çiqasî heta niha jî astengî li ber me hene, weke Kovîd-19, lê dest bi dest em kar dikin heta ku zor astengiyan bibin û bêhtir pêwendiyên xwe bipêş bixin.”
Konsulê Giştî yê Çînê herwiha got, “Meha bûrî, ligel hevrêyên xwe ku di çend warên cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin, me bi hev re li nav Zanîngeha Selahedîn îvêntek bi navê (Alûgoriya Kultûrî di navbera Herêma Kurdistan û Çînê de) rêk xist, ji bo ahenggêrana sala nû ya Çînî, ango Sala Plînk, ji aliyê hevalên me yên Kurd ên xoşewsît ve, gelek pîrozbahî li me hatin kirin.”
Di berdewamiya peyama xwe de, Ni Ruchi bi navê Konsulxaneya Giştî ya Komara Gelêrî ya Çînê û hemû wan Çîniyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û kar dikin, “germtirîn pîrozbahî ji we re dikin û hêvîdar im em di hevahengiya xwe de berdewam bin û pêwendiya hevaltiya me herdu aliyan bihêztir be, di dawiyê de dixwazim bibêjim.”
Konsulê Îmaratê: Em hêvîdarin îsal saleke xêr û xweşiyê be bo tevaya Kurdan
Ehmed Îbrahîm Elzahîrî, Konsulê Îmaratê yê li Hewlêrê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî gelê Kurdistanê kir û tekezî li ser nirxên hevbeş ên di navbera herdu aliyan de kirin.
Ehmed Îbrahîm Elzahîrî got: “Pîrozbahiyê li gelê Herêma Kurdistana Iraqê dikim, bi helkefta Cejna Newrozê. Vê cejnê dikim derfet ji bo pîrozvahiîkirinê li serkirdeyên Herêma Kurdistanê , bi serkirdayetiya birêz Mesûd Barzanî û birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mesrûr Barzanî, ev helkefteke xweş e û destpêka Buharê ye, em hêvî dikin saleke xêr û xweşî be ji bo hemû Kurdan, bi taybetî li Iraq û li cîhanê.”
Konsulê Îmaratê destnîşan kir, “Peyama me ya îro peyama hezkirinê ye, ku bihayên hevbeş ên navbera Îmarata Erebetî ya Yekbûyî û Herêma Kurdistanê de wêneya wê dike. Gelek bihayên me yê hevbeş ligel Kurdan hene, ji wan lêbûrîn û birayetî, bi sazay Xwedê sala xweş û asayiş û seqamgîrî û xweşguzeranî be, sala biratiyê be ji bo hemû Kurdên Iraqê.”
Konsulê Urdinê: Ji Xwedê dixwazim Herêma Kurdistanê û xelkê wê ji hemû xirabiyan biparêze
Fuad El-Mecalî, Konsulê Giştî yê Urdinê yê li Hewlêrê di rêya Rûdawê re Newroz li gelê Kurdistanê pîroz dike û dibêje, “Kêfxweş im bi navê keç û kurên revenda Urdinî li Herêma Kurdistanê û fermanberên konsulxaneya me rastgotirîn hêvî û pîrozbahî ji bo hemû xelkên Herêma Kurdistana Iraqê bişînin.”
Fuad El-Mecalî got, “Ji Xwedayê mezin dixwazim ku asayiş, seqamgîrî, geşepêdan û pêşketin li ser xelkê Herêma Kurdistanê bi kur û keçên wê, bi serkirde û hikûmeta wê, li ser hemûyan berdewam bike û daxwazê li Xweda dikim Herêma Kurdistanê û xelkê wê ji hemû xirabiyan dûr bixe.”
Konsulê Giştî yê Urdinê destnîşan kir, “Bi vê helkeftê em şanaziya hebûna xwe derdibirrin bi hebûna wê pêwendiya dîrokî ya xurt û kûr û baş di navbera Şahnişîna Urdinê ya Haşimî û Iraqê û ligel Herêma Kurdistana Iraqê û arezûya me heye bi pêşxistina wan pêwendiyan di hemû waran de.”
Konsulê Kuweytê: Em hêviya ewlehî û istiqrarê bo Herêma Kurdistanê û gelê Kurd dixwazin
Omer Ehmed, Konsulê Kuweytê yê li Herêma Kurdistanê jî Cejna Newrozê li gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û ragihand: “Şanaz û kêfxweş im, bi hatina Cejna Newrozê, pîrozbahiyê arasteyî gelê Kurdistanê yê xoşewîst bikim, bi hikûmet û gel ve, bi helkefta vê bîranîna ciwan ku hemû aheng dibin weke mizgîniya çûna nav buharê. Berdewam hêviya asayiş û seqamgîriyê ji bo Herêma Kurdistanê û gel Kurd ê xoşewîst dixwazin, ku pêwendiyeke baş me digihîne hev, ji aliyê dîrokî ve, pêwendiyên serkirdeyên siyasî yên herdu aliyan li ser binemaya rêz û hezkirinê ye.”
Omer Ehmed behsa rol û qehremaniya Hêza Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de dike û diyar dike, “Bi vê helkeftê qehremaniya hêzên Pêşmerge tê bîrê, ku berevanî di ber Iraq û Herêma Kurdistanê de kir, dema rûbirûyî grûpa DAIŞ a terorîst rawestiya, hêviya dilovanî û bexşende û lêxweşbûnê ji bo şehîdên pakrewan ên Pêşmerge dixwazin.”
Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê di berdewamiya peyama xwe de dibêje: “Berdewam em tekez dikin, em li kêleka Herêma Kurdistanê radiwestin, her cirorekî ji karên terorîstî şermezar dikin ku li Herêma Kurdistanê rû didin, herwiha em li ser asayişa Hewlêr û Herêma Kurdistanê tekez dikin. Em hemû li jêr ronahiyê dijîn, êdî eger pêkhateyên Iraqê bin, yan her geştyarek be, ku serdana wê dike. Herêma Kurdistanê di aramî û seqamgîriyê de ye, bi sedema siyaseta zanayane ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr cihê aştî û aramiyê ye li vê navçeyê. Careke din bi vê helkeftê pîrozbahiya xwe dûbare dikim, hêvîdar in hemû di cejn û xweştirîn dem de bin.”
Konsulê Yûnanê: Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo Yûnanê lê ji bo Yekîtiya Ewropayê jî pir giring e
Dr.Stavros Kyrimis, Konsulê Giştî yê Yûnanê yê li Hewlêrê destpêkê bi zimanê Kurdî cejna Newrozê pîroz dike û dibêje, “Newroza we pîroz be.”
Konsulê Giştî yê Yûnanê bi vê helkeftê peyamekê jî arasteyî gelê Kurdistanê dike û dibêje, “Bo hemû hevalên me yên Kurd. Bo we û malbatên we, hêviya aştî û xweşguzeranî û geşbûnê dixwazim, li ser asta tak, malbat û kar, ji ber ku Herêma Kurdistanê gelekî girîng e, ne ku tenê ji bo Yûnanê, lê belê hemû Yekîtiya Ewropa û navçeya Rojhilata Navîn. Gelekî spas û dûbare Newroz li hemû aliyan pîroz be.”
Konsulê Hindistanê: Hêvîdarim sal li pey sal Kurd bêtir pabendî Newrozê bin
Subhash Chandra Kain, Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê jî di rêya Rûdawê re cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dike û dibêje, “Dixwazim di vê derfetê de hêviya Newrozeke gelekî gelekî xweş ji bo we bixwazim.”
Konsulê Hindistanê diyar dike, “Wateyeke gelekî taybet a Newrozê ji bo Kurdan heye, cuda ji wê yekê ku destpêka sala nû ye. Bi wateya serkeftina çakiyê bi ser xirabiyê de. Herwiha bi wateya nûbûnê tê, ku hêvîdar im hemû Kurd sal li pey salê bêhtir bi wê wateya canî ya Newrozê pabend bin.”
Subhash Chandra Kain destnîşan dike: “Hêvîdarim ev Cejna Newrozê aştî, geşbûn û xweşiyê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bîne û dubare Newroza we pîroz be û bi xweşî û selametî bimînin.”
Çavkanî / Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin