Konsulusê Amerîkayê behsa rola hêzên pêşmerge dike,

Konsulusê Amerîkayê behsa rola hêzên pêşmerge dike,

.

A+A-

Konsulusê Amerîkayê behsa rola hêzên pêşmerge dike, dibêje piştîvaniya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibe.

Wezîrê pêşmerge pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steve Bittner û şandeke leşkerî ya Amerîkayê kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa herêma Kurdistanê û rewşa Îraq û rewşa deverê hate kirin û her du alî balkêşandine ser liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li wan deverên ku, boşatiya ewlekarî di wan de heye.

Her di vê civînê de nîqaş derbarê prosesa reformên nava wezareta pêşmerge de hate kirin û Konsulusê Amerîkayê rixmî dubare kirina piştîvaniya Amerîkayê bo reformên han û berdewamiya piştîvaniya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge tekez li ser vê yekê jî kir ku, bo têk birina terorîstên DIŞIê û herwiha parastina aramiya deverê hêzên pêşmerge roleke gelek girîng û sereke lîstine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin