Koreya Başûr Êrîş Biriye Ser Firokeke Rûsya!
Koreya Başûr ragihand ku firokeke Rûsya bê destûr ketiye esmanê wan û wan bo hişyariyê êrîşê wê kiriye.
A+A-
Koreya Başûr ragihand ku firokeke Rûsya bê destûr ketiye esmanê wan û wan bo hişyariyê êrîşê wê kiriye.
Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr da zanîn ku firoka Rûs, li nêzî giravên Dokodo û Takeşima ketiye esmanê wan.
Wezaretê dîyar kir ku firokên wê yên F-15k û F-16k jiber firoka Rûs firîyane û bo hişyariyê êrîş birine ser wê.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku firoka Rûs berê ji esmanê wan derketiye, lê di demeke kin de careke din ketiye esmanê wan.
Di navbera Koreya Başûr û Rûsya de heta niha ti bûyerên wisa pêk nehatine.
Rûsya ser vê mijarê hîn ti daxuyanî nedaye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin