Kosret Resûl: Bi hêvîya Newroz bibe bingehê bidawîanîna pirsegirêkan
Cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li sekreterê Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir
A+A-
Di 20.03.2017ê cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li sekreterê Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya navxweyî ya herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê hatiye kirin û amadebûyên civînê destnîşan kirin ku, pêwîst e pirsgirêk bi dialog û ji hev têgeheştinê ve divê bên çareser kirin.
Kosret Resûl Elî giringiya sersala nû ya Kurd a cejna Newrozê divê bibe bingehê aştî û dawîanîna pirsgirêk û rêkxistina nav mala kurd û xizmet kirina bi hemwelatiyan û çareserkirina pirsgirêk û krîzan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin