Kosret Resûl û Berhem Salih civînek bi Hêro Xan re redkirin
Kosret Resûl û Berhem Salih civînek bi Hêro Xan re redkirin
A+A-
Kosret Resûl û Berhem salih pêşniyazeka baskê din ê YNK jibo lidarxistina civîneka çarqolî ku herdû cigirê Mam Celal li gel Hêro Xan û Mela Bextiyar bêne ba hev redkirin.
Cemîl Hewramî, endamê polîtburoya YNK û yek ji berbirsên "Navenda Biryarê" diyarkir ku baskê wan ne amadeye tu guftogoyekê li gel baskê hember bike, berî avakirina komîteyeka hevbeş ji herdû aliyan bi mebesta bersivdana xalên beyannameya "Navendê" jibo çaksaziyeka giştî ji YNK re ku yekê vê mehê (September) ji aliyê 17 berpirsên payebilind ên YNK hate belavkirin.
Cemîl Hewramî her weha destnîşankir ku her yek ji Iran, Goran û PKK hewldane jibo çareserkirina qeyrane navxweyî ya YNK, lê ev hewldan hemû bê encam mane.
(E.B)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin