Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
.
Hejmara cotmeh-sermawezê ya Kovara Dilopê bi dosyeya li ser nivîskar û dîrokzan Mehmet Bayrak hatiye amadekirin der çû.
Hejmara nû ya meha cotmeh û sermawezê ya Kovara Dilopê derket. Ev hejmara 22'yemîn a kovarê ye ku derdikeve. Kovara çand û hunerê ku bi kurdî û tirkî weşanê dike, bi boneya 50 saliya nivîskariya wî di bergê hejmara xwe ya nû de cî daye nivîskar û dîrokzan Mehmet Bayrak û dosyeya hejmara nû jî bo wî veqetandiye. Weke tê zanîn Bayrak, bi kulliyata xwe ya li ser elewî-qizilbaşan kariye bîreke tarîxî pêk bîne. Aydın Çubukçu, Faik Bulut, Erdogan Aydın, Selîm Temo û Nevzat Onaran li ser wî û xebatên wî nivîsandine di dosyeya kovarê de.
Di vê hejmarê de hevpeyvînên balkêş hene. Faik Bulut di hevpeyvîna xwe de gotegotên li ser çareserkirina kêşeya kurd rave dike. Prof. Dr. Hamit Bozarslan jî ji bo vegotina qirkirina 37-38'an a Dêrsimê nîqaşeke metadolojîk bi rê ve dibe.
Recep Maraşlıyê nivîskarê berdewam ê kovarê, di vê hejmarê de hin nêzîkahiyên İsmail Beşikçi rexne dike, di warê têkiliya zimanan de îşaret bi hûrgiliyên balkêş jî dike.
Di vê hemara Dilopê de Rohat Alakom serpêhatiya Kubara Xudoya dengbêj a yek ji kurdên Sovyetê vedibêje, Yuksel Genç jî meseleya penaberiyê di konteksta bajarên Kurdistanê de rave dike, tespîtên muhîm radigihîne.
Weke her hejmarê, di vê hejmarê de jî helbest, makale, çîrok û şîroveya wêneyan hene. Yaqûb Kurmanc, Ferid Demirel, Fewzî Bîlge, Mesut Alp, Ayhan Erkmen, Diljen Felat, Zelal Sarı, Ozan Serhedî ew kes in ku hejmara dawî dewlemendtir kirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin