Kovara lîstikên zarokan a kurdî ‘GOG’ dest bi weşanê dike
.
Bi pêşengiya karîkaturîstê naskî yê kurd Îmam Cîcî, piştî xebata bêhtirî 20 salan kovareke wêneroman a lîstikên zarokan a bi navê GOG tê derxistin.
Îman Cîcî dibêje, kêm maye xeyala wî ya 20 salan bicih were û projeya wî kovara zarokan a kurdî ku giranîya wê wêne roman e digihe encamê.
Cîcî li ser malpera Fongogo jî kampanyayeke alîkariyê daye destpêkirin û ji bo pêkanîna wê projeya xwe daxwaza alîkariya darayî dike.
Di danasîna projeya Kovara GOGê de tê gotin, kovar ji lîstikên zarokan ên bi Kurdî pêk tê û bi awayê xêzan ji bo perwerdekirina zarokan tê çapkirin.
GOG, navê xwe ji lîstikên kurdî yên zarokan ên GOGê distîne û wê kovar li gel mafê çapê yên Red Kit, Yakarî, Thorgal û Milo yên biyanî xêzên romanê, wê xêzên karîkaturîstên wekî Dogan Guzel û Ender Ozkahraman jî tê de cî bigirin.
Armanca Kovara GOG ew e ku hem zarokan fêrî lîstikên Kurdî bike hem jî wan li ser çand, ziman û zanistê pewerde bike û bi rêya xêze romanê deriyê çandan li hevdu vebike.
Xêzkarê kovarê û xwediyê projeya kovarê Îmam Cîcî daxwaz dike ku bi rêya vê lînkê http://fongogo.com onlinê alîkariyê bidin projeya wan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin