Kremlîn: Rêkeftina ligel Tirkiye ya S400an dê pêk were

Kremlîn: Rêkeftina ligel Tirkiye ya S400an dê pêk were

Kremlîn radigihîne: Pesendkirina firotina Patriotan a bo Tirkiyê, bandor liser peymana S400an a Tirkiye û Rusyayê nake.

A+A-

Kremlîn dibêje, ew dê bi her awayî S400an bifroşin Tirkiyê. Mijara firotina S400an û biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hev cûda ne. Firotina Patrîotan bo Tirkiyeyê bandor li ser peymana wan a digel Tirkiyeyê ya ji bo S400an nake.

Duhî Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina sîstemên berevaniya asimanî Patrîotan a bo Tirkiyeyê pesend kiribû. Bihaya Patrîotan jî 3.5 milyar e.

Herweha Amerika û çendîn welatên endamên NATO nerazîbûna xwe liser rêkeftina S400 di navbeyna Rûsya û Tirkiye de ragihandibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin