Kujerê her du mamosteyên zanîngehê hat desteserkirin
.
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê da zanîn, xwendekarê ku du mamosteyên zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê kuştine, hat desteserkirin.
Xwendekarekî zanîngehê îro bi ser mala mamosteyê Fakulteya Endezyariyê Diktor Îdrîs Hemexan girtibû û ew kuştibû, piştre li kampusa zanîngeha Selahedîn êrîşî bi çek êrîşî ser Rêveberê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Diktor Kawan Îsmaîl kir û ew jî kuşt û karmendekî zanîngehê birîndar kir.
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan bi hevkariya ligel hêzên ewlehiyê yên bajarê hewlêrê, kujerê her du mamosteyên zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê desteser kir.
Li gor zanyariyên K24ê, navê wî xwendekarî (A. M. Q) ye û ew pêştir xwendekarê Fakulteya Yasayê ya Zanîngeha Soranê bû û piştî ku wî pirsgirêkek bi mamosteyeke jin re dirust kir, ji zanîngehê hatibû derkirin.
(K24)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin