
Kurd beşdarî hevdîtinên di navbera Amerîka û Iraqê de dibin
Yek ji tiştên balkeş ew e ku aliyên Demokrat ên Amerîkayê sibe beşdariyê di hevdîtinan de nakin.
Navenda Nûçeyan - Di navbera rêveberiya Iraq û rêveberiya Amerîkayê de dibe hevdîtin derbara hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê de destpê dikin. Siyasetmedarê Iraqî û Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî ragihand ku ew ligel wê yekê ne ku hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin û got: “Hevdîtinên vê carê yên ligel Washingtonê benê pêk anîn, dê zêdetir şefaf, erênî û birêkûpêk bin.”
Biryar e, sibe Pêncşemê 11ê Hazîrana 2020an hevdîtinên di navbera rêveberiya Washongton û rêveberiya Bexdayê de yên derbarê hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê de dest pê bikin. Tê gotin ku nûnerên Herêma Kurdistanê jî dê di dema gotûbêjan di navebra herdu aliyan de amade be.
Di pêvajoya hevdîtinan de Serokê Serokatiya Dîwana Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî dê nûnertiya Kurdan bike.
Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî, ji paytexta Urdinê bajarê Emmanê bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî panela Navenda Lêkolînan a Rûdawê bû û derbarê gotûbêjên sibe yên di navbera Amerîka û Iraqê de behsa çend mijarên girîng kir.
Eyad Elawî ragihand ku niha Iraq bi heyameke hestiyar re derbas dibe û gotûbêjên sibe dê bandoreke xwe ya berbiçav hebe.
Bi gotina Elawî li Iraqê rêxistina DAIŞê ji nû ve xwe birêk dixe û him li wî welatî û hem li herêmê gef û metirsiyên “terorê” zêde dibin û ew dibêje divê berpisên Iraqê berjewendiyên xwe li ber çavan bigire û diyalogeke erênî birêve bibin.
Siyasetmedarê Iraqî destnîşan kir di navbera ti aliyan de hevalbendiyeke timî nîne û got: “Rayedarên Iraqê pêwîst e di vê heyamê de biryarmn xwe bilez bide û divê ligel Amerîkayê peywendiyên xwe bi awayekî zelal pêş bixin.”
“Artêşeke me ya bikare rê li ber aloziyan bigire nîne”
Li ser pirsa “pêwîstiya Iraqê bi Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye yan na?” Elawî got: “Di vê pêvajoyê de, ne desthilatdariya siyasî û ne jî artêş dikare rûbirûyê vê krîza niha ya li welat heye bibe, lewma bi min ti zerarek nîne em pişta xwe bidin Amerîkayê.”
Eyad Elawî tekez dike ku rêveberiya Bexdayê, di mijara gotûbejên ligel rêveberiya Washingtonê de rijd e, û ew di wê baweriyê de ku vê carê dê bigihejin encamên erênî.
Mijara Patriotan
Elawî da zanîn ku wî li mala xwe mazûvaniya berpirsên pilebilind ên Amerîkî kiriye û di sohbeta wan a li mala wî de mêvanên wî jê re gotiye ku Amerîka dixwaze sîstema Patriotan li Iraqê dane û wiha pê de çû: “Adil Ebdulmehdî ji bo avakirina hikûmetê hatibû erkdarkirin, wezîr jî wê şevê di wê hevdîtnê de amade bûn. Wezîrê Berevaniya Iraqê yê heyamê Necah Şammarî got ku Amerîka ji bo weke firotina sembolîk a sîstema Patriotan gulopa kesk pê xist. Min ew pêşniyar qebûl kir û ji bo ew pêşniyar were cîbicîkirin hewl da.”
Elawî eşkere kir ku heman şevê derbarê wê mijarê de civînek pêk anîn, lê pêşniyara Amerîkayê nehat qebûlkirin û dibêje piştî civînê ji Wezareta Berevaniya du berpirsan ji wî re gotine ku ew ne piştevaniya Amerîkayê ne jî sîstema berevaniya wî welatî naxwazin.
Di berdewamiya axavtina xwe de Elawî got: “Bi çarenivîsa Iraqê lehîstin. Divê biryar bi giştî û berfireh bêne dayîn ne ku bi şexsî bin. Min dixwest ku diyaloga ligel hemû aliyan bi awayeke eşkere bêne encamdan, bi taybetî di mijara Pêşmerge de. Hêzên Pêşmerge ne milîs in, ew hêzên şervan in. Min digot divê ji hêzên şervan artêşek were avakirin.”
Li ser pirsa “ girîngiya baregehên serbazî çi ne?” Elawî got: “Eger bi rastî bibêjim, li Iraê pirsek heye gelek tê behskirin û ew jî ew e ku eger Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî nebûya, em nedikarî li hemberî DAIŞê serbikevin.”
Elawî herwiha anî ziman ku her çend DAIŞ xwe ji nûve birêk bixe û bihêz bibe jî, divê her daxwaz neyên qebûlkirin û got: “Ez dixwazim Amerîka bimîne û peywendiyên me berdewam bin. Lê divê mercên vê yekê werin pêkanîn. Divê rewşa me weke ya Kurdên Sûriyê nebe û pişta xwe nedin me. Kurdên Sûriyê ji hemû kesî zêdetir dizanin çawa pişta xwe dane wan.”
Yek ji tiştên balkeş ew e ku aliyên Demokrat ên Amerîkayê sibe beşdariyê di hevdîtinan de nakin.
Elawî da zanîn ku ew ji paşeroja hevdîtinan bi guman e, û got: “Di nav şanda Amerîkayên de nûnerên Demokratan nîne, ev yek jî dibe cihê metirsiyan. Eger di paşerojê de Demokrat li wî welatî bibin desthilatdar, dikarin bibêjin ku ew beşdarî hevdîtina nebûne û rêkevtinê hilweşînin.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin