"Kurd Dikarin Bi Vegera Ser Nasnameya Xwe Ya Esil Derseke Mezin Bidin Dewleta Tirk Ya Ku Bi Wan Dileyize"
.
Yaşar Abdulsemaloglu
Polîtikaya li hember HDPê bi tenê taktîkên hilbijartinê re girêdayî nîn e. Dewletê tevî bi "Gûhartina Nasnameyî" temsîla ku li paş wê de Kurd henin, wê qebûl nekir.
Dewletê bi çi şêweyî ne amadeye ku temsîlên ku eleqeya wan bi Kurdan re heye, qebûl bike.
Belê, dewletê di dema tektîka "Çareseriyê" de piştgirî da HDPê, lê ew alîkarî konjoktûrel bu û girêdayi bi hêviyên "Gûhertina Nansameyî" ya Kurdan bû.
HDP, li gor "Prosesa Çareseriyê" li gor ya ku dîzaynkrina Kurdan weke grûpeke etnîk" di projeya dewletê de weke roleke enstrumental jê re hatîbû diyarkirin, leyîst
HDPê heta ciyekê pir bi likêr wê rolê leyist. Çi jê hate xwastin, dan.
Lê tevî bi dîskûrsa nû ya temsîla siyasî ya li ser "Gûhartina Nasnameyî" Miheyelaya Civaka Kurd jî, vê Gûhartinê weke ya "konjoktûrel" fam kir.
Siyaseta "Gûhartina Nasnameyî" tevî ku daxwazên Kurdan ecêp daxistin xwarê û xwe ji Kurdbûn û Kurdistanîbûnê yekser dûr xist, heya wê astê ku got; "me Kurdistan avêtiye zibila dirokê" bi siyaseta ya ku zerarên mezin dan pêşxistina nasnameya Kurd û Kurdistanibûnê, belê, tevî viya, heta ew temsîla siyasî jî ji aliyê dewletê ve nehat qebilkirin.
Ji ber ku ev siyaset nikarîbû bi temami rola ku jê tê hêvî kirin;
Daxistina Prosesa Netewebûnê û Dîzaynkirina Kurdbûnê weke grûpeke etnîkî pêkbîne, rola xwe di vî warî bi serkeftî bileyize.
Ew ne sûçê HDP ya îradî ye, "sûçê" Sosyolojiya Civaka Kurd û Kurdistanê ye.
Heya ku pişt temsîlên partiyan de ne tesavûra etnîkî, lê "rîska" prosesa neteweyetî hebe, dewleta tirk bi paradîgmaya xwe ya tek-neteweyetî ya îro, nikare van temsîlan bi temamî qebûl bike.
Lê, ji bo qebûlkirina van temsîlan, di dawiya dawî de dîsa, tenê ew Sosyolojiya Netewebûnê û bi girseyî xwedî lê derketina nasnameya Kurd û Kurdistanîbûnê kare derfetan ava bike.
Ji bo pejirandina temsiîên siyasî ya Kurdan divê krîzeke hebûnî, "bekayî" hebe, ew jî bi tenê bi faktora Netewebûna Kurd kare bê holê. Ji ber ku çi tişteke din, "Paradîgmaya "Tek-Ulus" bûna Tirkiyê bi qasî faktora Neteweyatiya Kurd nikare bixe krîzê. Heya ku ew wer nekeve krîzê li Tirkiyê çi qebûla temsîlên siyasî yên Kurdan ne pêkan e.
Ji ber vilo, bersîva herî mezin a li hember kirinên Dewletê ya li dijê HDPê ew e ku Kurd li li hember îdeolojî û pratîka "Gûhartina Nasnameyî" derkevin, temsîlkarên kurdan vegerînin ser Nasnameya Kurd û Kurdistanîbûnê.
Dema ku nasnameya te nayê qebûlkirin û di bin gefa tunekiriê de ye, çi kes nikare xêrê jê bazdanê bibîne, "Gûhertina Nasnameyê" encamên xêrê nade, çîrokeke welê ya mirovatiyê jî tune ye.
Wa ye, Kurd jî di vê rêya HDPê ya Gûhartina Nasnameyê de çi xêr nedîtin. ew ne bi tenê ji aliyê "efendiyan", serdestan ve nehatin qebilkirin, herweha li ser prosesa Xwenasîn û Xwebûna Kurdan re tesîreke pir xerab kirin, kurdan pir bi paş ve xistin.
Bila Partiyên Kurd û Kurdistanê jî, gazî Kurdên ku di nava polîtîkaya Gûhertina Nasnameya Kurd de hatine îzolekirin, marjînal xistin, dengê wan hatiye birîn, gazî wan bikin ku Gûhartina Nasnamê ew hêviyên ku li bendê bûn, neda wan, çi guhertinên xêrê bixwe re neanîn, bila berê herkesê ew vegerin ser polîtîkaya ser nasnameya xwe. Partiyên ku di ser bingeha vê nasnameya Kurd de saxlem rûdinin henin, kurd bêçare nîn in.
Ji bo siyasetmedaran Siyaseta Tirkiyetiyê kare qedexe bê kirin, lê çi hêz nikare siyasetmedariya Kurd û Kurdistanîbûnê qedexe bike; ji we re rêya Siyaseta Kurd û Kurdistanîbunê vekiriye.
Bila partiyên Kurd û Kurdistanî ew kesên ku Tirkiye siyasetê li wan qedexe dike, gazî wan bo siyaseta xwe ya Kurd û Kurdistanîbûnê bikin.
Çare di esasa Nasnameya Kurdbûnê de bi pêş xistina prosesa Neteweyatiya Kurd û Kurdistanîbûnê ye.
Ew di heman demê de wê bibe dersa herî mezin li hember leyistîkên stratejîk a Deweleta Tirk li ser Siyaseta Kurdî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin