KURD-KAV: Konferansa 'Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî' li dar dixe

KURD-KAV: Konferansa 'Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî' li dar dixe

.

A+A-

KURD-KAV dê li Ameda Bakurê Kurdistanê Konferansa “Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî” li dar bixe.

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURD-KAV) 9-10ê Çiriya Paşîn dê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi beşdariya gelek akademîsyen û lêkoleran Konferansa “Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî” li dar bixe.

KURD-KAVê ji ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku ji bo lêkolînkirina serpêhatiyên dîrokî û dewlemendiyên baweriyên li herêmê, dê 4 pispor Herêma Kurdistanê û gelek lêkoler ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.  

Her wiha konferans dê li Demîr Hotelê ya li navçeya Sûrê were lidarxistin.

KURD-KAVê piştrast kir ku di konferansê de çîroka civatên dînî yên Kurdistanê bi taybetî yên wekî Yaresan, Kakeyî, Reya Heqiyê, Şebek û Êzidî taybetiyên wan ên bingehîn ên pênasekirinê, astên wan ên xuyabûnê û teşeyên wan, teşeyên rûbirûbûn-dûrxistina wan bi civatên Îslamî û rejîmên siyasî re û hwd. dê ji perspektîfa nav civatan û lêkolînên akademîk ve bên nirxandin.

Bernameya konferansê wiha ye:

Konferansa Civata Olên li Erdnîgariya Kurdan

Yaresan, Kakeyî, Reya Heqiyê, Şebek û Êzidî

Roja yekem a konferansê: 9ê Çiriya Paşîn

Destpêka Konferansê Rûniştina Yekem: (Saet 10:00-13:00) Rîtûel û Taybetmendiyên Baweriyên Olî

Moderator: Seîd VEROJ

Axêver:

Hemîd Reza Huseyîn Şemsîniya - Rojhilatê Kurdistanê - Zanayê ayînî

Xeyrî Îbrahîm Koro - Dihok - Zanayê ayînî

Eyad Kakeyî- Hewlêr- Serokê Baroya Hewlêrê

Parêzer Alî Dogan - Zanayê ayînî

Rûniştina Duyem: (Saet 14:00-17:00) Serpêhatiyên Baweriyên Ayînî li Erdnîgariya Xwe

Moderator: Seîd VEROJ

Axêver:

Eyûb Kuxe Rustem Kerîm - Silêmanî- Nivîskar û lêkoler

Nîmet Emîn Zehmetkêş - Rojhilatê Kurdistanê - Nivîskar û lêkoler

Seîd Cirdo Meto - Dihok- Serokê Navenda Çanda Laleşê

Selahattin Alî Arik - Nivîskar û lêkoler

Roja Duyem a Konferansê: 10ê Çiriya Paşîn 2024 

Rûniştina Yekem saet 10:00an heta 13:00yan û ji 14:00an heta 17:00an dê bi beşdariya hemû axêver û beşdaran bi awayê pirs û bersivan bê lidarxistin.

Moderator: Koroglu Karaaslan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin