Kurd-Kavê li Amedê li ser Tevgera Azadî, Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî konferansek li dar xist
.
A+A-
Roja 27.01.2024an li Amedê ji aliyê Kurd-Kavê ve konferansek li ser Tevgera Azadî, Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî hat li dar xistin.
Konferans li Amedê li Salona Odaya Bazirganî û Sanayî (DTSO) hat li dar xistin.
Berîya konferansê serokê Kurd-Kavê Mehmet Celal Baykara axaftinek kir û ji bo beşdarîya mêvanan spasîya xwe pêşkêş kir.
Moderotoriya Konferansê ji aliyê endamê rêvebiriya Kurd-Kavê Köroglu Karaaslan ve hat kirin.
Axaftvanên konferansê Tahsîn Sever, Abdulbarî Han û Ercan İlgin li ser mijarê gotarên xwe pêşkêş kirin.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê HAK-PARê Dûzgûn Kaplan, Serokê PSKê Bayram Bozyel û gelek Rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedar û kes û kesayetîyên Kurd beşdarê konferansê bûn.
Rûpela Nû / Amed
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin