Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir
.
Bi minasebeta hatina 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, Weqfa Kurd Kavê bi sernivîsa "Mafên Ziman û Zexta Li Ser Zimanê Kurdî" sempozyumeke encam da.
Serokê Kurd Kavê Abdurrahîm Delî
Sempozyûma bi moderatoriya Parêzer Mehmet Celal Baykara û bi amadebûna axaftvanên pispor (ji aliyê çepê ve) Prof. Salih Akın, Prof. Aziz Yagan, Prof. Burhattin Kaya û Doç. Dr. Bulent Kuçuk ve bi rê ve çû.
Di beşekê gotara xwe de Prof. Burhanettin Kaya wisa axivî; "Qedexeya li ser ziman, tundî û şîdeteke gelek xerabkar li ser beden û rûhê mirovî pêk tîne. Bi yasaya paşnavan êrîşeke mezin li ser binyat û nasnameya kurdî pêk anîn. Ji sedema qedexaya li ser zimanê kurdî birînên giran li ser derûniya Kurdan vekirin."
Prof. Salih Akin jî di beşekê gotara xwe de balê kişande li ser bikaranîna zimanê Kurdî û wisa pê de çû; "Ji beriya her tiştî divê em li himberî zimanê xwe adil bin û wî di hemû qeda jiyanê de bi kar bînîn."
Sempozyuma bi navê "Mafê Ziman û Zexta li Ser Zimanê Kurdî" îro (roja Şemî) li Sirkeciya Stenbolê li Legacy Ottoman Otelê bi rêve çû.
Serokê Komaleya HezKurdê Gulêcan Ronahî
Kordînatorê Weqfa Kurd Kavê Koroglu Karaaslan
Her wiha ji hêla rayedarên Kurd Kavê hat destnîşankirin ku gotarên di sempozyumê de hatine pêşkêşkirin dê di demekê nêz de wek pirtûk jî were çapkirin.
Wêne - Nûçe: Qesîm Etmanekî
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin