Kurd piştê têkoşînên xwe, Iraqê neçar kirin ku sîyaseta xwe biguhere!
.
Wergera vî nûçeya rojnameya The Times Tuesd/Îngiîz a di 22.07.1976 de bi sernivîsa “Kurds force change of Iraq Policy efter clashes” ji bo şopînerên xwe û kesên ku bi lêkolîna dîrokê ve mijûlin re amadekir..
Li gorî raporên ku gihîştine Londonê, di sê mehên borî de nûbûna şer û pevçûnan li Kurdistana Iraqê, Hikûmeta Iraqê neçar kir ku li siyaseta xwe ya belavkirina gelê kurd li deverên din ên Iraqê vegere.
Di dîrektîfa rojnameya Bexdadî ya El-Iraq ku di 5ê Tîrmehê de hat weşandin de, birêz S. Husên, cîgirê serokê Iraqê û "zilamê bihêz" yê rêjîma Beisî, li xwe mikur hat ku desthilatdaran "çend tedbîr girtine, wek guhertina cihê niştecihbûnê. Xelkê hinekê gundên sînorî û deverên stratejîk, herwiha guhertina niştecihbûna hinek eesên wek karmend û yên din”.
Wî got jî ku “hinek kesên din bo deverên din yên komarê hatine veguhestin” û tekez kir ku ew penaberên kurd ên ku herî dawî ji Îranê vegeriyane li başûr û naverasta Iraqê hatine bicihkirin.
Lêbelê, wî got jî, "biryar hatiye girtin ku tedbîrên weha bi tevahî werin rawestandin". Lê xuya ye ku ev tenê behsa dersînorkirina komî dike, ji ber ku di hevoka din de birêz Husên behsa îhtîmala ku "tedbîrên wiha" hîn jî di dozên takekesî de hewce bin û araste dike ku di pêşerojê de divê tenê bi destûra " Komîteya Bilind a Karûbarên Bakûr.” bê meşandinê.
Sedema guhertina siyasetê ji aliyê birêz S. Husên ve ew bû ku piştî têkçûna serhildana gelê Kurd “niha li herêmê yekîtiya netewî, ewlekarî û aramî pêk hatiye”.
Lê serkirdeyên kurd li Ewropayê dibêjin ku berevajî vê sê mehên borî de yekem pevçûnên çekdarî li Kurdistana Iraqê piştî têkçûna serhildanê û ku ya herî mezin di Tîrmehê de qewimî, berî ku rêzdar S. Husên vê fermanê bide.
Ev êrîşa "Pêşmerge" (şervanên gerîlla) kurd bû li ser sê çeperên leşkerî yên di navbera Duhok (paytexta herêma Bahdînan li nêzîkî sînorê Tirkiyê) û havîngeha Sersangê. Pêşmerge îddîa dike ku ew çeper matmayî kirine û bi awayekî demkî ew dagîr kirine û di encamê de 25 leşkerên Iraqê hatine kuştin û 40 leşkerên din jî birîndar bûne. Paşê hukûmet neçar ma rê bigre û çûna geştyaran qedexe kir ku biçin Sersengê, hevjîna birêz Naîm Hedad, wezîrê ciwanan û berpirsê payebilind ê serokatiya Partiya Baas, bi helîkopterê ji Sersangê were derxistinê.
Piştî hefteyekê, tê îdiakirin ku li çiyayên Bamoyê, ku li aliyê dijberî (başûr-rojhilatê) Kurdistana Iraqê ye, di navbera Pêşmerge û Artêşê de pevçûneke din a giran rû da. Yek jê piçûktir li devera navendî ya li Çiyayê Sefîn, ku tenê 25 kîlometreyan dûrî bajarê Hewlêrê ye, ku paytexta wê "herêma xweser" a ji aliyê hikûmetê ve tê piştgirîkirin, derket.
Ev derketin, li gor çavkaniyên kurdî yên bi gelemperî pêbawer, encama biryareke bi gistî ya ji nû ve destpêkirina şerê çekdarî ya «serkirdayetiya demkî» ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.
Ev partiya ku serhildana berê di bin serokatiya General Mela Mistefa Barzanî de (niha li Îranê sirgûnkirî) pêk anî, lê ji wê demê ve di pêvajoya lêgerîna xwe rexnekirin û jinûveavakirinê de ye.
Di encama «xiyaneta» Îran a sala borî ve, rêberên nû biryar dan ku baweriya xwe bi hukûmeta ti welatên cîranên Iraqê neynin, Lê pişta xwe bi piştgirîya gelê kurd li Tirkiye, Îran û Sûriyê bigirin.
Werger: Rûpela Nû
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin